Malbatên şehîd Sosin Bîrhat û Barîn Botan xwestin ku xayîn ji aliyê gel ve werin cezakirin

Malbatên herdu şehîdan Sosin Bîrhat û Barîn Botan spasiya QSD’ê li ser Operasyona Sondê kirin û xwestin ku  xayîn werin cezakirin, her wiha bang li şêniyan kirin ku neyên lîstokên dewleta Tirk û dijminan.

Malbatên şehîd Sosin Bîrhat û Barîn Botan xwestin ku xayîn ji aliyê gel ve werin cezakirin
6 tebax, 2022   23:38
ŞEHBA – XANDÎ ELO

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li dijî sîxur û xayînên ku ji bo dewleta Tirk a dagirker dixebitin û bûne sedema şehîdxistina welatiyan, di nav de şervan û fermandarên hêzên leşkerî û kesayetên welatparêz, Operasyonê Sondê ragihand. QSD'ê ragihand ku di çarçoveya operasyonê de 36 sîxurên ku ji bo dewleta Tirk a dagirker kar dikin û bûn sedema şehadeta hejmarek fermandaran, hatin girtin.

Malbatên herdu şehîdan Sosin Bîrhat û Barîn Botan, têkildarî operasyonê spasiya QSD'ê kirin ku xwestin ku gel û malbatên şehîdan xayînan ceza bikin.

/kr/uploads/files/2022/08/06/190747_-1600x1200.webp

Bavê şehîd Barîn Botan, Merwan Beşar diyar kir ku kesê ku vê xakê wek xaka xwe dibîne divê xayîntiyê tu carî qebûl neke û got: “Ên ku ji bo pereyan welatê xwe difiroşin divê bi destê gel û malbatên şehîdan werin cezakirin. Em naxwazin ew werin înfazkirin, ji ber ku ev ne li gor exlaqê me ye. Lê divê welat neyê firotin û her kesê ku vê xakê wek xaka xwe dibîne divê van xayînan qebûl neke, bila cîhan tevde bizanibe ku em xayîn û sîxuran bi xwe ceza dikin.”

Beşar wiha domand: “Xwînên şehîdan vala vala naçin. Em wan kesên ku xayîntî li xak, malbat, heval û welatê xwe kirine tu carî efû nakin, ew tenê çete ne ku ji bo pereyan wiha dikin.”

Bavê şehîd Barîn Botan, Merwan Beşar bang li gel kir ku hevgirtina xwe ava bikin û li hemberî xayîn û dijminan bisekinin û got: "Yên ku van kiryaran dikin, em wan wekî Kurd nabînin, yên xayîntiyê dikin ne Kurd in."

/kr/uploads/files/2022/08/06/190726_-.webp

Her wiha, xwişka şehîd Sosin Bîrhat, Îlham Mihemed, spasiya QSD’ê kir û got: “Em spasiya QSD’ê dikin ku rê li ber xayîntiyên nû girt û her kesên ku di vê operasyonê de bûn alîkar em spasiya wan dikin.”

Îlham Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk ji bo têkbirina gel hemû rêyan bi kar tîne û got: “Her kes dizane ku dewleta Tirk bi hemû awayan hewl dide îradeya gelan têk bibe û hewl dide piştgiriyê bide xayînên xwefiroş ku ew jî yek ji rêyên wê yên têkbirina gelan e.”

Her wiha Îlham Mihemed daxwaz kir ku xayîn bi destê gel werin cezakirin û got: “Em dixwazin cezaya xayînan giran be, divê gel wan ceza bike ji ber ku yên şehîd bûne keç û xortên wî gelî ne, divê gel li hember van xayînan bibe yek û rê li ber wan bigire.”

Di dawiya axaftina xwe de, Îlham Mihemed bang li xayîn û sîxuran kir ku werin ser hişê xwe û got: "Dijminên bavan nabin dostên lawan. Em bang li sîxurên dewleta Tirk dikin ku werin ser hişê xwe û dev ji van kiryaran berdin. Mirov ku bemire tenê navî wî dimîne. Ji ber wê jî bila cîhan tev bizanibe dîrok wê kiryarên wan tombar bike û gel xayînan ji bîr nake, lê wê wan muhasebe bike. Dijmin piştî ku karê xwe bi wan xayînan biqedîne wê wan jî bikuje."

(mh)

ANHA