Panorama hefteyê: Şamê nikare genim peyda bike, Çarçoveya Hemahengiyê, însiyatîfa Sedr bi şertekê pêşwazî kir

Hikumeta Şamê li xwe mikur hat ku rêjeya genim ku pêwîstiya herêmên wê pê heye, kêm e, ew yek dê azarên xelkê di peydakirina nan de û asta birçîbûnê li welatekî ku genim têrî wê û welatên din jî dikir, zêdetir bike. Çarçoveya Hemahengiyê, însiyatîfa oldarê şîe Muqteda Sedr a ji bo çareserkirina krîza siyasî ya Iraqê pêşwazî kir lê bi şert.

Panorama hefteyê: Şamê nikare genim peyda bike, Çarçoveya Hemahengiyê, însiyatîfa Sedr bi şertekê pêşwazî kir
7 tebax, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişand ser bêçarbûna hikumeta Şamê di peydakirina genin, aloziya siyasî ya li Iraqê û dirêjkirina dema agirbestê li Yemenê.

‘REJÎMA SÛRIYÊ NIKARE GENIM PEYDA BIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Hikumeta rejîma Sûriyê li xwe mikur hat ku rêjeya genim ku pêwîstiya herêmên serweriya wê di sala bê de pê heye, bi rêjeya ji sedî 75 kêm e. Pispor dibînin ku ew yek dê azarên xelkê di peydakirina nan de û asta birçîbûnê li welatekî ku genim têrî wê û welatên din jî dikir, zêdetir bike.

Gerînendeyê Saziya Dexlê Ebduletîf El-Emîn beriya çend rojan ji rojnameya ‘Weten’ re gotibû, rêjeya genim di sala 2022`yan de gihaştiye 511 hezar tonî û li gorî sala borî rêjeya îsal zêdetir e. Par rêjeya genim 366 hezar ton, lê niha tê texmînkirin ku genimê ji hemû parêzgehan bigihêje 525 hezar tonî.”

Her wiha gotibû “Genim têra nanê me dike, xeman nexwin. Peydakirina genim erka hikumetê ye, hinek jî ji Rûsyayê tê kirîn. Pêwîstiya Sûriyê ji genim salane di navbera 2 û 2.200 milyon ton de ye.” Li gorî daxuyaniyên El-Emîn, sala bê dê miqdara genim a ku pêdiviya hikumetê pê heye bi miqdarê milyonek û 675 hezar tonî neyê peydarkirin, anku zêdetirî ji sedî 75 ji pêdiviya wê ya salane dê neçar bibe ji derve bikire.

El-Emîn her wiha destnîşan kir ku peymana dawîn a kirîna genim bi rêjeya 600 hezar ton bû û ew amadekariyan dikin ku miqdarên zêdetir heta piştî sersala bê peyda bikin. Her wiha diyar kir ku pêdiviya Sûriyê ji ard ji bo çêkirina nan mehane di navbera 180-200 hezar ton de ye.

Li herêmên serweriya hikumetê ji beriya çend salan ve aloziya genim heye, beriya du salan ev krîz kûrtir bû, nîşaneya wê jî qerebalixa li pêş firinên li Şamê û herêmên din ên serweriya hikumetê bû. Her wiha niha hin firin rawestiyane û aloziya peydakirina ard kûr bûye. Hikumetê gelek caran nirxê torbeya nan (7 nan, nêzî 1100 g) gelek caran bilind kir û niha torbeyê nan bi 200 lîreyê Sûriyê ye. Lê belê li sûka reş, torbeya bi 1350-1500 lîreyê sûriyê de ye, ku beriya salên şer bi 15 lîreyê Sûriyê bû.”

 ‘IRAQ DÎLÊ LÎSTOKA DI NAVBERA SEDR Û MALIKÎ DE YE’

Rojnameya El-Ereb jî der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsî: "Çarçoveya Hemahengiyê, însiyatîfa oldarê şîe Muqteda Sedr a ji bo çareserkirina krîza siyasî ya Iraqê pêşwazî kir lê bi şert. Di demekê de ku girseyên alîgirên Sedr li Herêma Kesk a Bexdayê xwepêşandana xwe berdewam dikin.

Çavdêr diyar dikin ne ku şert û mercên "mayinkirî" yên ku di Çarçoveya Hemaheniyê ji bo erêkirina jihevixstina parlamantoyê û lidarxistina hilbijartinên nû danîne, di rastiyê de li gorî fikirên dijminê Sedr, Nûrî Malikî ye ku berê jî di yekem reaksiyona xwe de li ser însiyatîfa serokê şîe de behs kiribû. Malikî wê demê tekezî bi pêwîstiya bikaranîna "mekanîzmayên destûrê û erêkirina nîştimanî" ji bo gotûbêjkirina her însiyatîfekê kiribû.

Çavdêran daxuyand ku mebesta Malikî ku di civîna dawî ya fermandarên Çarçoveya Hemahengiyê de hate gotûbêjkirin, avakirina hikumeteke nû bi serokatiya namzetê xwe Mihemed Şiya Sûdanî ye ku proseya amadekariyê ji bo hilbijartinên nû yên yasayî bike.”

‘NETEWEYÊN YEKBÛYÎ AGIRBESTA LI YEMENÊ DIRÊJ KIR’

Rojnameya El-Beyan jî li ser rewşa Yemenê wiha nivîsî: "Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê Hans Grundberg di daxuyaniyekê de got: “Her du aliyan (hikumetê û koma Hûsî) li hev kir ku agirbestê bi heman şertan ji 2'yê Tebaxa 2022'yan heta 2'yê Cotmeha 2022'an dirêj bikin.

Grundberg wiha dewam kir: “Ev dirêjkirina agirbestê di nava xwe de pabendbûna alîyan bi zêdekirina dan û standinan ji bo gihiştina lihevkirineke berfireh a agirbestê di zûtirîn demê de, dihewîne."

Grundberg anî ziman ku pêşniyara agirbesta berfireh "dê rê bide lihevkirinekê li ser mekanîzmayeke bi bandor ji bo dayîna mûçeyên karmendên xizmetên sivîl û teqawitên sivîl bi awayekî bi rêk û pêk, vekirina rêyên li Teizê û parêzgehên din û meşandina rêwîtiyên zêdetir ji Balafirgeha Senayê û ber bi wê ve, dabînkirina sotemeniyê û rêkûpêkiya derbasbûna wê bi rêya benderên Hudeydê” .

Her wiha got ku rêkeftina berfirehkirî dê her wiha derfetê bide dan û standinên agirbesteke berfireh û li ser mijarên mirovî û aborî û dê zemînê ji berdewamkirina xebatên siyasî yên bi serkêşiya yemeniyan û bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî ji bo gihîştina aştiyek mayînde.

Roja sêşemê agirbesta di navbera hikumeta Yemenê û koma Hûsî de ku di 2'yê Nîsanê de ketibû meriyetê, bi dawî bû. Di peymanê de destûrdayîna firînên bazirganî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Senaa, ku ji sala 2016'an vir ve tenê ji bo firînên alîkariyê vekirî ye, hebû. "