​​​​​​​Di êrişên li ser Şehba û Şêrawayê de 26 şehîd û 76 birîndar

Ji destpêka dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê ve, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê de 26 kes şehîd bûn û 76 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişên li ser Şehba û Şêrawayê de 26 şehîd û 76 birîndar
​​​​​​​Di êrişên li ser Şehba û Şêrawayê de 26 şehîd û 76 birîndar
​​​​​​​Di êrişên li ser Şehba û Şêrawayê de 26 şehîd û 76 birîndar
​​​​​​​Di êrişên li ser Şehba û Şêrawayê de 26 şehîd û 76 birîndar
​​​​​​​Di êrişên li ser Şehba û Şêrawayê de 26 şehîd û 76 birîndar
​​​​​​​Di êrişên li ser Şehba û Şêrawayê de 26 şehîd û 76 birîndar
​​​​​​​Di êrişên li ser Şehba û Şêrawayê de 26 şehîd û 76 birîndar
7 tebax, 2022   00:45
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Di nava bêdengiya navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û Rûsya ya garantora agirbestê de, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş û komkujiyên xwe li dijî koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê dewam dikin. Di van êrişan hemû cure çek, ji tank, top, moşek, çekên qedexekirî û balafirên bê mirov ên bi çek bi kar tîne.

Ji bêhtirî 4 salan ve an ku ji dema dagirkirina kantona Efrînê û koçberkirina şêniyên wê ber bi frînê ber bi kantona Şehbayê û gundên Şera û Şêrawayê ve, ew gund bi taybetî derdora kampan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

3 KOMKUJÎ LI DIJÎ KOÇBERÊN EFRÎNÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  3 komkujî li dijî koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê pêk anîn.

Komkujiya yekemîn: Hêzên dagirker 2'yê Kanûna 2019'an li dijî koçberên Efrînê yên li Til Rifetê komkujiyek pêk anî. Di encamê de 10 welatî, di nav de 8 zarok şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn, ku piranî zarok bûn.

Navên şehîdên komkujiyê wihan ne; Ebdulfetah Elîko (3), Arif Mihemed Cafer (6), Mihemed Mihemed Omer (7), Îmad Ehmed Kêfo (9), Mistefa Mihemed Mecîd (10),  Hemûdê Mihemed Elî (11),  Semîr Ebdurehman Hiso (12), Mihemed Ebdurehman Hiso (15), Elî Mehmûd Osman (54) û Hisên Ebdullah Guldedo (73).

Komkujiya duyemîn: Ev komkujî di 25'ê Sibata 2020'î de li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa li dijî malbatekê hate kirin. Di encamê de 3 kes (dê, bav û keça wan) şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.

Navê şehîdan ev in; Hesen Izet Mihemed (55), Fatme Ehmed Elî (46) û Sirûşt Hesen Mihemed (12).

Komkujiya sêyemîn: Di 23'ê Çileya 2021'ê de li Til Rifetê pêk hat. Di encamê de 2 zarok û jinek şehîd bûn û 7 kes jî birîndar bûn.  Şehîd ev in: Macid Yasir Sekran (5), Ebdulmuhsin Sekran (12) û Nazlî Mihemed Mistefa (55).

Artêşa Tirk a dagirker di 26’ê Tîrmeha borî de derdora navçeya Til Rifetê, gundê Şêx Îs û gundên navçeyên Şera û Şêrawa, bi bêhtirî 940 topan kirin hedef, di encamê de zarokeke 17 salî şehîd bû û 5 jin birîndar bûn.

4'ê Tebaxa 2022'yan jî hêzên dagirker bi dronekî navenda navçeya Til Rifetê bombebaran kirin, di nav de 6 zarok, bi giştî 9 welatî birîndar bûn. Di vê êrişê de  welatiyê bi navê Hesen Elîko (bavê yek ji zarokên şehîd ên komkujiya roja 2'yê Kanûna 2019'an de) çavekî xwe ji dest da.

Li gor amarên Heyva Sor a Kurd û Nexweşxaneya Avrîn, ji destpêka koçberkirina şêniyên Efrînê ber bi Şehba û Şêrawa ve,  ji ber êrişên dagirkeran ên li ser Şehba û Şêrawayê, 26 welatî şehîd bûne, di nav de 13 zarok û 6 jin hene, her wiha 76 jî birîndar bûn di nav de 37 zarok û 25 jin in

Li kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa nêzî 350 hezar kes ji koçberên Efrînê û şêniyên resen ên Şehbayê dijîn. Li navçeya Til Rifetê jî bêhtirî 22 hezar welatî, ji wan 7 hezar şêniyên resen ên navçeyê, dijîn.

Li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa 5 kampên koçberên Efrînê hene; Berxwedan li navçeya Fafînê, Efrîn û Serdem li navçeya Ehdasê ne, Vegerê û Efrînê li navçeya Şêrawa ne. Di her kampekê de nêzî 10 hezar kes dijîn û rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

(mh)

ANHA