Li Qamişlo erebeyek teqiya: Şehîd û birîndar hene- HATE NÛKIRIN

Li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo erebeyek teqiya, di encamê de şehîd û birîndar çêbûne.

Li Qamişlo erebeyek teqiya: Şehîd û birîndar hene- HATE NÛKIRIN
6 tebax, 2022   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji bajar ragihandin ku li aliyê rojhilat ê bajarê Qamişlo teqînek çêbû.

Li gorî agahiyên destpêkê, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo nêzî benzînxaneya Hisko erebeyek bombebaran kiriye. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

ANHA