Bîlançoya meha borî ya sûcên artêşa Tirk li Efrîna dagirkirî

Artêşa Tirk a dagir û çeteyên wê di dirêjahiya mehekê de 43 welatî revandin, ji wan 5 kesên temenmezin, 4 jin hene, her wiha 3 hezar û 300 dar birîn. Li navçeya Cindirêsê jî avahiyên mêtingeriyê lê kirin û 5 kes li kantona Efrîn a dagirker jî qetil kirin.

Bîlançoya meha borî ya sûcên artêşa Tirk li Efrîna dagirkirî
2 tebax, 2022   06:48
​​​​​​​ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hîn jî li dijî şêniyên Efrîn û xwezaya wê sûcan pêk tînin û bi wê re armanc dikin ku nasnameya kurdî tune bike û siyaseta tirkkirinê pêk bîne da ku herêmê ji Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike.

'43 WELATÎ HATINE REVANDIN, JI WAN 4 JIN IN'

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û çavkaniyên xwecih ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê ya derbasbûyî de, li kantona Efrînê ya dagirkirî 43 welatî revandin, ji wan 5 kesên temenmezin û 4 jin hene.

Li navçeya Cindirêsê û gundên wê MIT`a Tirk û çeteyên wê yên "polîsên leşkerî", "Sultan Murad" û "ewlehiya siyasî" 9 welatî revandin.

Navên kesên hatine revandin jî ev in: Remzî Şêx Mihemed Mehmûd (32), Ebdulnîzar Xelîl (24), Mihemed Ciwan Mihemed (28), Ebdurehman Omer Hesen, Mihemed Hesen (27), Mehmûd Elî Hesen (30), Firzet Mihemed Mehmûd (28), Ebdo Mehmûd Derwîş (31), Mihemed Xelîl Riyad (26).

Li navenda bajarê Efrîn, navçeyên Raco û Şêra her wiha gundên wan jî MIT`a Tirk û çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" û "polîsên leşkerî û sivîl" 17 welatî revandin, ji wan 4 kesên temenmezin.

Navên kesên hatine revandin jî ev in: Mistefa Kemal Mihemed, Rifet Ehmed Zenkî, Xelîl Hekîm, Elî Şêx Ehmed (65), Horîk Dawûd (69), Muslim Mihemed Elo, Mistefa Murad Zîbar (65), Osman Henan (70), Hemûd Mistefa (38), Fewzî Murad, Ebdulhadî El-Omer, Basil Mihemed Nasir (30), Mihemed Emîn, Mistefa Selîm Hisên (38), Menan Selîm Hisên (52), Hisên Hedik û Mistefa Mihemed (28).

Li navçeyên Şêrawa û Mabata û gundên wê jî MIT`a Tirk û çeteyên "Polîsên leşkerî", "Ehrar El-Şam", "Hemzat" û "Mihemed Fatih" 17 welatî revandin, ji wan 4 jin in.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mesûd Izedîn Birîmo (53), Seydo Reşad Elî (37), Henan Omer Misto (35), Hadî Ednan Misto (34), Mihemed Hemîd Nasir (58), Hisên Ebûd Hemo (45), Ehmed Ebdo (30), Adil Bêrem (55), Ehmed Birîmko (60), Emîn Elî, Cemîl Murad Mihemed (55), Mistefa Ferîd Cemal (20), Midhet Murad Mihemed (63). Navên jinan jî; Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd, Henîfe Îbrahîm û Esûm Mihemed Elîko.

5 KES HATIN QETILKIRIN JI WAN 3 JIN IN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku di meha derbasbûyî de 5 kes hatin qetilkirin, ji wan 3 jin bûn.

5`ê Tîrmeha derbasbûyî cenazeyê welatiyê bi navê Ebdurehman Îso (50) ku ji gundê Meratê yê navenda kantona Efrînê ye di bîreke nêzî gund de kuştî hate dîtin.

9`ê heman mehê jî cenazeyê welatiya bi navê Cîhan Omer Berakat (23) di mala wê de ya li gundê Çuban ê navçeya Racoyê kuştin hat dîtin. Li gorî agahiyan Cîhan xwe kuştiye û dayîka zarokekî ye û ji şêniyên gundê Soxinekê ye.

11`ê Tîrmehê jî cenazeyê keça welatiyê bi navê Mihemed Dîb a 17 salî kuştî hate dîtin. Li gorî agahiyan, ew xwe kuştiye û li ser termên wê şûnên lêdanê hene.

Li gorî heman çavkaniyan serçeteyekî artêşa Tirk li gundê Şêx Bilo yê navçeya Raco hevsera xwe kuştiye.

LÊKIRINA DÎWARÊ Û BIRÎNA 3 HEZAR Û 300 DARAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker di meha derbasbûyî de li seranserî gundên li kantona Efînê, dîwar lê kir. Her wiha li navçeyên Raco, Şêra, Şiyê û Cindirêsê 3 hezar û 300 darên zeytûnan birîn.

GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ SIYASETA SEPANDINA DAGIRKERIYÊ Û QUTKIRINA KANTONÊ

Her wiha artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Sîdankê yê navçeya Cindirêsê û li şûna zeviyên koçberan avahiyeke din a mêtingeriyê ava kir.

Li ser vê rêxistinê da zanîn ku xebatên avakirina avahiyên mêtingeriyê li gundê navborî, beriya mehekê dest pê kirine, heta niha jî zêdetirî 40 avahî hatine lêkirin û xebat hîna berdewam dike jî.

Avahiya mêtingeriyê li ser 4 hiktaran li herêma di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê yê rojhilatê Cindirêsê tê lêkirin. Ev zevî jî yên zarokên Mecîd û Murad Menan ên ji gundê Şêxutka ne.

Serçeteyê "Tevgera Nûredîn Zengî" yê bi navê "Ebdo Zemzem" projê îdare dike ku destekê ji rêxistinên qeterî-kuwêtî werdigire. Navê rêxistinê Rêxistina Îslamî ye ku navenda wê ya veşartî li malekê li ser rêya gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê ye.

(eh)

ANHA