Dê û bavên şehîdan li ser bikaranîna çekan perwerde dibin

Dayik û bavên şehîdan xwedî li banga Rêveberiya Xweser û QSD’ê ya berxwedanê û tedbîrgirtina li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî, derketin. Li Qamişlo malbatên şehîdan dest bi perwerdeya bikaranîna çekan kir ji bo destekdayîna hêzên leşkerî û parastina destkeftiyan bikin ku bi saya keç û xortên wan hatine bidestxistin.

Dê û bavên şehîdan li ser bikaranîna çekan perwerde dibin
Dê û bavên şehîdan li ser bikaranîna çekan perwerde dibin
Dê û bavên şehîdan li ser bikaranîna çekan perwerde dibin
Dê û bavên şehîdan li ser bikaranîna çekan perwerde dibin
2 tebax, 2022   06:25
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsrara xwe ya ji bo berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk careke din nîşan dan. Di çarçoveya rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser di 6’ê Tîrmehê de ragihandiye, ji bo rûbirûbûna êrişên dagirkeriya Tirk re, tedbîran digirin.

Ev tedbîrgirtin ne tenê li bajarekî lê belê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên girtin ku tê de şênî xwe fêrî bikaranîna çekan dikin û perwerdeyên destwerdanên lezgîn û avakirina bendên axî li dergehên bajaran, dibin.

Li Qamişlo dayik û bavên şehîdan dest bi perwerdeya bikaranîna çekan kirin da ku li kêleka hêzên xwe yên leşkerî li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin.

PERWERDEYÊN BIKARANÎNA ÇEKAN JI BO RÛIBRÛBÛNA ÊRIŞAN

Dayika şehîd Basil Silêman, Fadye Silêman anî ziman ku perwerdeya wan dê sê rojan dirêj bike, da ku fêr bibin çawa çekê bi kar bînin ji bo li hember êrişên dagirkeriya Tirk û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin.

Fadye Silêman wiha domand: “Niha em fêrî hilgirtina çekê û çawaniya bikaranîna wê, dibin. Her wiha em li ser destwerdanên lezgîn jî perwerde bûn, ev tişt di qonaxa bê de ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk pir girîng in.”

Fadye Silêman destnîşan kir ku piştgiriya wan bi hêzên leşkerî re berdewam e û bang li hemû dayikan kir ku li ser bikaranîna çekê xwe perwerde bikin ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk û got: “Ji destpêkê ve me soz da şehîdên xwe ku em xaka xwe bernadin, niha jî em soza xwe nû dikin ku ruxmî hemû rewşan jî dê îradeya me neşike.”

HER KES DIBE ŞERVAN

Birayê şehîd Umer Îbrahîm û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Ebdulqadir Îbrahîm, wiha anî ziman: “Divê em xwe li ser bikaranîna çekan perwerde bikin, divê em hemû tev li şerê gel ê şoreşgerî bibin û her yek ji me bibe şervan li hember dijmin.”

Îbrahîm wiha domand: “Em ê di qonaxa bê de, sûdên mezin ji van amadekariyan bigirin, hem ji bo parastina şêniyan hem jî ji bo berxwedana li hember êrişan li kêleka hêzên me yên leşkerî bin. Ev şer dê ne wek ên berê be, em ê berxwedanê bi îradeya şehîdên xwe bidomînin û bi hemû hêza xwe şerê dijmin bikin.”

AMADEKARIYA JI BO PARASTINA XAK Û NAMÛSÊ

Têkildarî mijarê, xwişka şehîd Ebdulselam Mihemed Ehmed û endamê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, Şîrîn Mihemed, wiha axivî: “Di perwerdeya xwe de em fêr dibin çawa li hember êrişan bisekinin, xwe û xaka xwe biparêzin.”

Şîrîn Mihemed bang li ciwanên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bi yekrêzî bisekinin.

PARASTINA XWE Û ZAROKÊN XWE JI FAŞÎZMÊ

Der barê girîngiya perwerdeya li ser çekê de di vê qonaxê de, hevjîna şehîd Daar El-Cerbûi, Fatme El-Casim diyar kir ku ew ji bo parastina xwe û zarokên xwe, tev li perwerdeya bikaranîna çekan dibe got: “Li dijî me êrişên hovane ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve pêk tên.”

Fatme El-Casim da zanîn ku divê di hemû aliyan de êrişên dagirkeriya Tirk werin têkbirin û got: “Em ê amade bin destekê bidin keç û xortên xwe yên li eniyên şer û li kêleka wan çekê hilgirin û xaka xwe biparêzin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Fatme El-Casim bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk, bigirin.

(mh)

ANHA