ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-8-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-8-2022`YAN
1 tebax, 2022   23:00

Şêniyên Girkê Legê û Çilaxa sersaxî didin malbatên şehîd Ehmed Meşan saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Êzidî ya Herêma Cizîrê ji bo şîrovekirina komploya li dijî êzidiyên Şengalê pêk hatî, li avahiya Nivîsgeha Yekitiyê ya li navçeya Tirbespiyê semînerekê li dar dixe saet di 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Sirîn a Kobanê destnîşan kirin ku rewşa awarte ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihand, ji bo berjewndî û parastina şêniyan e, ji ber vê yekê divê ew  rêya şerê gel ê şoreşgerî bişopînin û her yek bibe şervan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayik û bavên şehîdan xwedî li banga Rêveberiya Xweser û QSD’ê ya berxwedanê û tedbîrgirtina li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî, derketin. Li Qamişlo malbatên şehîdan dest bi perwerdeya bikaranîna çekan kir ji bo destekdayîna hêzên leşkerî û parastina destkeftiyan bikin ku bi saya keç û xortên wan hatine bidestxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Ne tesaduf e ku dîrok xwe dubare bike, li erdnîgariya ku berê Derwêşê Evdê di şerê xwe yê li dijî Osmaniyan de bi 12 siwariyan destan nivîsand, 12 şervanên PKK`ê ji dastana wî îlham girt û ji wir ber bi çiyayên Şingalê ve şerê heman dijminî kir û bi bin xist.

Di salvegera Fermana 74’an de rêvebere Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo qala avabûn û erka asayîşê kir û diyar kir ku asayîş ji gel ava bûye û civaka êzidî parastina xwe di Asayîşa Êzîdxanê de dibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Salih Muslim lihevkirina bi Şepêla Şoreşgerî ya Sûrî re bi erênî nirxand û ew wek destpêka lihevkirinên bi partî û aliyên din re dît. Salih Muslim nêzîkatiyên Şamê û Moskovê rexne kirin û hêvî kir ku Rûsya ji dewleta Tirk a dagirker re di civîna Soçî ya tê payîn di 6’ê Tebaxê de li dark eve, tawîzan nede.(BI WÊNE)

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Xabûr Ekad, destnîşan kir ku hêzên wan pabendî agirbestê ne, lê eger êriş hat ser wan dê bêdeng nemînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Pisporê Siyaset û Pêwendiyên Navneteweyî Dr. Azad Dîwanî der barê zêdebûna gef û êrişên artêşa Tirk di vê dawiyê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê got Tirkiye “teror û nijadperestiyê” li dijî Kurdan pêk tîne, çi li Bakurê Kurdistanê, çi li deverên kurdî yên li derveyî sînorên Dewleta Tirk.

Dema ku gelek iraqî hêvî dikirin ku lihevkirina Çaçroveya Hemahengî li ser nemzetê serokatiya wezaretê bibe destpêka bidawîbûna aloziya siyasî li welêt, serokê Şepêla El-Sedr, Muqteda El-Sedr alozî derbasî kolanê kir. Metirsî hene ku şerekî navxweyî şîe-şîe rû bide.

RAPOR

Artêşa Tirk a dagir û çeteyên wê di dirêjahiya mehekê de 43 welatî revandin, ji wan 5 kesên temenmezin, 4 jin hene, her wiha 3 hezar û 300 dar birîn. Li navçeya Cindirêsê jî avahiyên mêtingeriyê lê kirin û 5 kes li kantona Efrîn a dagirker jî qetil kirin.

Êrişên dagirkeriya Tirk ên bi SÎHA`yê (balafira bêmirov a biçek) ji Kobanê dest pê kirin û heta niha berdewam dikin, lê cîhan li hember vê rewşê bêdeng e. Dewlet jî bi firotina amûrên komkujiyê hevkarê sûc in. Ev amûrên komkujiyê kengî hatin çêkirin û bikaranîn, kî perçeyên wê difiroşe dewleta Tirk?

Civaka êzidî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê ya 3'yê Tebaxa 2014'an de wek ‘Fermana 74'an’ bi nav kir. Ferman, bûne wekî paşxaneya dîroka êzidiyan û wek dîrokeke devkî ku heta îro nifş bi nifş zindî mane.

ANHA