Tevgera Azadî: Divê bi yek çavî li xwîna welatiyên Kurd û Ereb bê nêrîn, cudahiyê nexin navberê

Tevgera Azadî bi boneya salvegera komkujiya Zergelê daxuyaniyek da. Tevgera Azadî daxwaz ji hikumeta Iraq û her sê serokatiyên Başûrê Kurdistanê kir ku wekhev li qurbaniyên êrişên dewleta Tirk binêrin.

Tevgera Azadî: Divê bi yek çavî li xwîna welatiyên Kurd û Ereb bê nêrîn, cudahiyê nexin navberê
1 tebax, 2022   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Enûmena Herêma Raperîn a Tevgera Azadî bi b oneya salvegera komkujiya gundê Zergelê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Zergelê hat bibîranîn û hat diyarkirin ku ji beriya 7 salan ve dewleta Tirk a dagirker bi balafiran li gundê Zergelê yê Binarê Qendîlê komkujî pêkanî. Di encamê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Her wiha zirareke mezin giha mal û milkên welatiyan.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin, dewleta Tirk a dagirker hertim komkujî û terorê dike. Armanca dewleta Tirk firehkirina sinorên xwe ye û dixwaze herêm ji kesên welatparêz vala bike û dagirkeriya xwe li tevayî xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê ferz bike.

Di dewama daxuyaniyê de Tevgera Azadî diyar dike ku desthilata Başûrê Kurdistan hertim xwestiye di ser dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk re binixûmîne û mafên welatiyan kiriye qurbana berjewendiyên xwe yên hizbî û aborî.

Di dawiyê de jî Tevgera Azadî vê daxwazê ji hikumeta Iraq û her sê serokatiyên Başûrê Kurdistanê kir; “Pêwîste bi yek çavî û di yek astê de nêzîkatî li gel şehîd û birîndarên êrişên dewleta Tirk were kirin. Divê bi yek çavî li xwîna welatiyên Kurd û Ereb were temaşekirin, ti cûdahî neyê xistina nava wan de.”