QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin

QSD’ê nasnameyên 3 şervanên xwe ku di bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin
28 tîrmeh, 2022   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da, tê de nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza tolhildanê da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû cureyên çekên qedexekirî, her wiha balafirên bêmirov didomînin.

Artêşa Tirk a dagirker bi taybet herêmên tê de şênî hene û gundên li eniyên şer topbaran dike, di encamê de sivîl şehîd dibin, her wiha zirareke mezin bi mal û milkên welatiyan jî dibe.

Dema hêzên me bersiva êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmên Girê Spî û Eyn Îsayê dida, 3 şervanên me gihaştin şehadetê.

Her sê şehîdan fedakariyên mezin li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  û rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikirin û mînakên lehengî û serfiraziyê bûn.

Dagirkeriya Tirk, ji roja destpêkê ve ku peymana agirbestê bi DYA û Rûsya re îmze kiriye, pabendî bendekê jî nebû, lê bi hemû cureyên çek û moşekan herêmên me kirin hedef da ku rûbera dagirkeriya xwe fireh bike. Ew yek jî piştî herêmên dagirkirî vegerandin cihên ewle ji terorîstan re, bi taybet ji serçeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst re.

Berpirsyariya mezin ji êrişên zêde yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me, dikeve ser milê dewletên garantorên agirbestê.

Em sersaxiya malbatên şehîdan û tevahî gelê xwe dixwazin û soza tolhildanê û şopandina rêya wan heta serkeftin û rizgarkirina herêmên dagirkirî didin.

Nasnameyên her sê şehîdan wiha ne;

***

Navê tevgerî: Serdar
Nav û paşnav: Serdar Cuma Herco
Navê dayikê: Emone
Navê bav: Cuma
Cih û dîroka jidayikbûnê: Cerablus, 2004
Cih û dîroka şehadetê: Girê Spî, 25’ê Tîrmeha 2022’yan

***

Navê tevgerî: Qurşîn
Nav û paşnav: Mihemed Şakir Hemê
Navê dayikê: Gulê
Navê bav: Şakir
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê, 1994
Cih û dîroka şehadetê: Girê Spî, 25’ê Tîrmeha 2022’yan

**

Navê tevgerî: Hemed
Nav û paşnav: Hemed Xalid El-Elac
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Xalid
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa, 2004
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 27’ê Tîrmeha 2022’yan.”

(fr)