Rêveberiya Xweser a Efrînê gefên dagirkeriyê şermezar kirin

Rêvberiya Xweser a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êriş, gef û sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin, her wiha diyar kir ku divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin.

Rêveberiya Xweser a Efrînê gefên dagirkeriyê şermezar kirin
21 tîrmeh, 2022   10:26
ŞEHBA

Rêveberiya Xweser ya Herêma Efrînê li Kampa Berxwedan daxuyaniyek da û da zanîn ku bi daxuyaniya partiyên siyasî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin.

Endamê Meclisa Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Sibhî El-Ehmed bi zimanê erebî û endama meclisê Bêrîvan Xelîl jî bi zimanê kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi destpêkirina Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ya li dijî hêzên mêtinger û şovenîst,  projeya neteweya demokratîk a li ser esasê prensîbên mirovahiyê û biratiya gelan hate ragihandin. Ev proje statuyên faşîst bêzar kirin û stûnên dîktatoriyê yên li herêmê hejandin, bi taybetî faşîzma Tirkiyê ku bi piştgiriya rêxistinên terorîst ên weke çeteyên Cebhet El-Nusra û komên çekdar hemleyeke dijwar li dijî şoreşa Rojava da destpêkirin û piştre DAIŞ’ê kom kir, da ku hemleyên tunekirinê li dijî pêkhateyên herêmê bi giştî û li ser pêkhateya Kurd bi taybetî pêk bîne.

Piştî têkçûna van hemû komployan ji ber hevgirtina pêkhateyên herêmê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re, ku karîbû terora ku DAIŞ’ê temsîl dike bi dawî bike, Hikumeta AKP'ê bi rêya artêşa xwe ya bi çekên giran û teknolojiya NATO’yê dest bi destwerdanê kir û dest bi dagirkirina Bakurê Sûriyê kir û piştre bi rêya şerekî ku tê de hemû çekên nûjen û bi erêkirin û girtina çiraya kesk ji dewletên çalak di dosyeya Sûriyeyê de dest bi operasyonên qirkirinê li dijî gelê me yê li Efrînê kir. Vê erêkirinê hişt ku Tirkiyê Girê Spî û Serê Kaniyê û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê dagir bike û komkujiyan li dijî şêniyên herêmê yên resen pêk bîne û ji bo temamkirina projeya qirkirin û guhartina demografîk, çete û malbatên wan ji her alî û cihekî ve anîn.

Di bin zexta berxwedana leheng a Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, di sala 2019'an de di navbera hêzên navneteweyî û Dewleta Tirk a dagirker de peymanek ji bo agirbestekê û ji bo ku Tirkiyê bêtir axa Sûriyeyê dagir neke,hat îmzekirin,lê belê Hikumeta AKP'ê pabendî wê peymanê nebû û binpêkirinên wê bi rêya bombarankirinên rojane yên li ser herêmên sivîlan,her wiha armancgirtina sivîl û kesayetên welatparêz bi balafirên wê yên bêpîlot ku herî dawî cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî hate hedefgirtin ,herwiha gefxwerina destpêkirina operasyona leşkerî li Minbic û Til Rifetê.

Em Rêveberiya Xweser a Efrînê bi daxuyaniyên partiyên siyasî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne û binpêkirinên Dewleta Tirkiyê ya dagirker bi tundî şermezar dikin ,her wiha em ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku zextê li ser Dewleta Tirkiyê ya dagirker bikin, ji bo rawestandina gef û operasyonên leşkerî li ser bakurê Sûriyeyê û daxwaza ferzkirina ambargoya hewayî ya li ser Bakurê Sûriyê ji bo rawestandina tasfiyekirinên ku ji aliyê balafirên dagirkeriya Tirkiyê ve tên kirin, dikin."

(rs)

ANHA