Komkara Erebî û Washingtonê Komkujiya Zaxoyê şermezar kirin

Daxuyaniyên şermezarkirina êrişa li dijî seyrangeha li Zaxoyê ku dewleta Tirk a dagirker pêk aniye, berdewam dikin. Di vê komkujiyê de bi dehan welatî hatin qetilkirin û birîndarkirin. Çavkaniyekî parlamantoyê da zanîn ku şemiya bê têkildarî êrişê dê parlamento bicive.

Komkara Erebî û Washingtonê Komkujiya Zaxoyê şermezar kirin
21 tîrmeh, 2022   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker duh piştî nîvro komeke tûrîstên li gundê Perex ê Zaxoyê bi topan hedef girt. Li gorî bîlançoya dawî ya Rojnewsê daye, di encamê 9 welatî hatin qetilkirin, 23 jî birîndar bûn.

Komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê pêk aniye, hêrseke mezin di nava gelê Iraqê de çêkir. Tevahî hêzên siyasî yên Iraqê bang li hikumeta Iraqê kir ku tedbîrên cidî ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk bigirin.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt îro êrişa dewleta Tirk li ser Zaxoyê şermezar kir.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ebû El-Xeyt, Cemal Ruşdî got, ”Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî serweriya Iraqê red dikin. Ew êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî û rêgezên cîrantiya baş in.”

Ruşdî destnîşan kir ku Komkara Erebî piştgiriya Iraqê dike, destdirêjiyên dewleta Tirk û binpêkirina serdestiya çi welatekî Ereban şermezar dike.

Rişdî got: "Divê Enqere li hesabên xwe vegere û di têkiliyên xwe yên bi dewletên herêmê re xwedî li rêgeza cîrantiya baş derkeve û tu êrişên leşkerî li hundirê xaka dewletên Ereban bi tu hincetan pêk neyne."

Li aliyekî din jî, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) vê topbaranê şermezar dike, ku di encamê de welatiyên li herêma Dihokê ya bakurê Iraqê jiyana xwe ji dest da."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price ev tişt anîn ziman: "Qetilkirina sivîlan nayê qebûlkirin. Divê hemû dewlet li gorî qanûnên navneteweyî pabendîbûna xwe parastina sivîlan pêk bînin."

Çavdêran da zanîn ku ne pêkan e balafirên leşkerî bêyî destûrdayîn an jî agahdariya Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya bi serkêşiya DYA’yê derbasî qada hewayî ya Iraqê bin.

Çavkaniyekî ji parlamantoya Iraqê jî daxuyand ku şemiya bê dê civîneke parlamentoyê der barê êrişa li ser parêzgeha Dihokê were lidarxistin.

(fr)