QSD: 2 şervanên me di êrişa dagirkeriya Tirk de li Kobanê şehîd bûn

QSD`ê ragihand ku di êrişa balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de ku duh li Kobanê pêk aniye, 2 şervanên wan şehîd bûne.

QSD: 2 şervanên me di êrişa dagirkeriya Tirk de li Kobanê şehîd bûn
21 tîrmeh, 2022   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî hedefgirtina erebeyeke şervanên xwe ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyanî da.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di roja 20`ê Tîrmehê de, êvarê di saet derdora 21:00`an de, li Kobanê dema 2 hevalên me diçûn sardana malbatekê, erebeya wan ji aliyê balafira bêmirov ya biçek a dewleta Tirk a dagirker ve rastî êrişê hat.

 Di encama vê êrişê de hevalên me Kendal Rojava û Berxwedan Kobanê şehîd bûn.

 Piştê bûyerê heta niha tevgerên balafirên bêmirov li heremê bênavber berdewam dikin.”

(cx)