Ciwanên Malbatên Şehîdan: Rizgariya gelê Rojhilata Navîn girêdayî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan da zanîn ku rizgariya gelê Rojhilata Navîn girêdayî azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e û bang li rêxistinên mafên mirovan, partî û saziyên demokratîk kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku tecrîdê li ser rêber Ocalan rake.

Ciwanên Malbatên Şehîdan: Rizgariya gelê Rojhilata Navîn girêdayî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e
21 tîrmeh, 2022   10:07
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de, îro Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê daxuyaniyek da.

Endamê rêveber ê Komîteya Ciwanan Ebdulqadir Haşim bi beşdariya ciwanên meclisê û pêkhateyên navçeyê li çerxerêya navçeyê daxuyanî xwend.

Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên QSD`ê û alên Meclisa Malbatên Şehîdan rakirin.

Di encama komployeke navneteweyî ya 15`ê Sibata 1999`an de rêber Abdullah Ocalan li Kenyayê dîl hatibû girtin û desthilata Tirk a dagirker tecrîdeke giran lê ferz kiriye.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Em ciwanên Malbatên Şehîdan ku ji hemû pêkhateyan pêk tê, piştî 24 sal di ser komploya navneteweyî ya hêzên împeralî li dijî rêberê mirovahiyê û gel pêk anî û em şermezarkirina vê kiryarê dubare dikin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst hîn jî li dijî rêber Ocalan siyasetên dijminane pêk tîne û guman dike ku dikare vîna rêber Abdullah Ocalan têk bibe.

Di daxuyaniyê de hevkariya navneteweyî ya bi dewleta dagirker re ya ferzkirina tecrîda li ser rêber Ocalan hate şermezarkirin û wiha hate domandin: "Em ciwanên Malbatên Şehîdan û bi milyonan azadîxwazên cîhanê bang li tevahiya rêxistinên mirovî û rêxistinên mafên mirovan, her wiha partî û saziyên demokratîk ên kurdî û cîhanî dikin ku zextê li faşîzma Tirk bikin ku tecrîda derqanûnî û mirovî ya li ser rêber Abdullah Ocalan rake, her wiha rê bide malbatê û parêzerê ku pê re bicivin."

Rêber Abdullah Ocalan 25`ê Adara 2021`an bi telefonê bi birayê xwe Mehmed Ocalan re 5 deqayan axivîbû. Her wiha ji 15 mehan ve parêzeran muwekîlê xwe rêber Ocalan nedîtiye.

(eh)

ANHA