Rêveberiya Xweser Komkujiya Zaxoyê şermezar kir: Dewleta Tirk ji bo her kesî gef e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê pêk anî û hedefgirtina Kobanê şermezar kirin û da zanîn ku divê helwesteke cidî li hember van êrişên dijminane were nîşandayîn û bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê û partiyên siyasî kir ku bi helwesteke tund li hember siyasetên qirkirinê nîşan bidin.

Rêveberiya Xweser Komkujiya Zaxoyê şermezar kir: Dewleta Tirk ji bo her kesî gef e
21 tîrmeh, 2022   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê Komkujiya Zaxoyê û hedegirtina Kobanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ku di encamê de 2 welatî şehîd bûn, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Êdî diyar e siyasetên dewleta Tirk ên pêkanîna komkujiyan derbasî qonaxeke nû bûne, her wiha piştî hevdîtina sêalî ya li Tehranê Tirkiyê rasterast li Zaxo û Kobanê komkujî pêk anîn. Ev jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk girîngiyê nade gotinên tu kesî û siyasetên xwe dewam dike. Mînaka wê jî 20`ê mehê bi moşekan êrişî bajarê Zaxo yê li ser sînorê di navbera herêma Kurdistana Iraq û Tirkiyê de kir, di encamê de sivîl bûn qurbanî. Her wiha bi balafirên bêmirov careke din êrişî herêmên Kobanê kir û 2 kes şehîd bûn. Ev jî isbat dike ku dewleta Tirk ferqê naxe navbera erdnîgariyekê, çi li dijî Başûr be yan jî li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê be. Ev siyasetên dewleta Tirk û êrişên li dijî herêma Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfirehkirina qirkirinê ye, her wiha berdewamkirina bêdengiya li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li hermêmê pêşî li sûcên zêdetir li ser herêmê vedike, lewma divê bi aliyê dijberî vê siyasetê re hevgirtinek hebe û piştgiriyê bidin van helwestan û bi hev re bi xurtî li dijî dewleta Tirk bisekinin.

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê êrişa hovane şermezar dike, em diyar dikin ku divê li dijî kiryarên dijminane helwesteke cidî hebe û bang li herêma Kurdistanê, hikumeta Iraqê, partiyên siyasî, komele û kesayet, hêz û saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dikin ku li dijî vê siyaseta qirker helwestekê nîşan bidin. Li aliyekî din jî em dibêjin dewleta Tirk rewşa herêmê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne, lewma divê herêm bi hemû hêza xwe li dijî projeyên wê bisekine. Ji ber ku dewleta Tirk bêyî ferq û cudahî gefan li hemû kesên li herêmê dixwe û dixwaze bi rêya sûcên qirkirinê, siyasetên xwe li ser herêmê û gelê wê pêk bîne.

Di dawiyê de em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, hikumeta Iraq, gelê Iraq û şehîdên Kobanê û malbatên wan re dixwazin."

(eh)