Çeteyan li Cindirêsê 2 welatî revandin

Çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî dagirkeriya Tirk 2 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Çeteyan li Cindirêsê 2 welatî revandin
21 tîrmeh, 2022   08:30
ŞEHBA

 Bi armanca tengavkirina şêniiyên resen ên Efrînê û koçberkirina wan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcan li dijî şêniyên resen ên li Efrîna dagirkirî mane, didomînin.

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ragihand ku çeteyên Polîsên Leşkerî 2 welatiyên ji gundê Til Silorê yê girêdayî navçeyê, bi bihaneyên bêbingeh revandin û birin cihekî ne diyar.

Li gorî çavkanî, kesên hatine revandin, Behrî Hisên Selîm (28) û Fewzî Mehmûd Elî (27) in û aqûbeta wan hîna nayê zanîn.

ANHA