​​​​​​​Komkujiya Zaxoyê: Kurd û iraqî li dijî Tirkiyê sekinîn, PDK`ê komkujî rewa kir

Êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmeke geştiyariyê li Zaxoyê ku zêdetirî 30 kes tê de bûn qurbanî, bû sedema bertekên tund ên aliyên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê. Tenê PDK`ê daxuyaniyên ku komkujiya dewleta Tirk rewa dikin, dan.

​​​​​​​Komkujiya Zaxoyê: Kurd û iraqî li dijî Tirkiyê sekinîn, PDK`ê komkujî rewa kir
21 tîrmeh, 2022   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên tevger, partî û hêzên siyasî yên Iraqê piştî komkujiya li Zaxoyê banga avêtina gavên pratîk li hember sûcên dewleta Tirk kir.

Duh piştî nîvro (20`ê Tîrmehê) artêşa Tirk a dagirker cihekî geştiyariyê li gundê Perex ê navçeya Zaxo ya Dihokê topbaran kir. Li gorî Rojnewsê, di encama êrişê de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes birîndar bûn.

TEVGERA SEDR

Serokê Tevgera Sedr Mutqeda Sedr nerazîbûnek tund li dijî Komkujiya Zaxoyê nîşan da û xwest rêyên bejahî û hewayî yên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de werin girtin û hemû lihevkirinên ewlehiyê yên li gel Tirkiyeyê werin betalkirin.

SEROKKOMARÊ IRAQÊ

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê şermezar kir û li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Ev kiryarên bi vî rengî berovajiyê yasayên navdewletî û pîvanên cîrantiya baş in. Piştî bangên me yên ji beriya niha û dubarebûna van êrişan bi ti awayek ev êriş nayên qebûlkirin. Ev êriş berovajiyê yasayên navnetewî û pîvanên cîrantiya başin.”

ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ

Çarçoveya Hemahengiyê jî bi daxuyaniyekê got: “Berdewamkirina topbarana Tirkiyê li dijî xaka Iraqê û şehîdxistin û birîndarkirina gelê me, helwesteke cidî li her kesî ferz dike li hemberî vê dijminahiya ku bi bihaneyên nayên qebûlkirin, dewletê û hemwelatiyên wê dike hedef.”

HIZBA ŞUÎ YA IRAQÊ

Mekteba Siyasî ya Hizba Şuî ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê Komkujiya Zaxo şermezar kir û got, ev êriş binpêkirinek eşkere ya serweriya xaka Iraqê û yasayên navdewletî ye.

HEVBENDIYA FETIH

Serokê Hevbendiya Fetih Hadî El-Amirî jî bang li hikumeta navendî kir ku sînorên bi Tirkiyê re bigire û destnîşan kir ku yê sûcê dewleta Tirk paşguh bike, xiyaneteke nayê efûkirin li dijî gelê xwe pêk tîne.

YEKITIYA NÎŞTIMANÎ YA KURDISTANÊ

Serokê Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Bafel Talebanî derbarê komkujiya li Zaxo de got, divê yekdengiyek nîştimanî li dijî binpêkirina sînorên Iraqê pêkwere.

HEVPEYMANIYA NESIR

Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê banga helwesteke netewî ya hevgirtî li Iraqiyan kir û got: “Divê Iraq bi awayeke fermî giliya Tirkiye bike û civaka navnetewî jî diber van binpêkirinên Tirkiyeyê de berpirsyar e.”

TEVGERA GORAN

Tevgera Goran li dijî komkujiya Zaxo nerazîbûn nîşanda û ragihand, êriş binpêkirinek eşkere a yasayên navdewletî ye, her wiha hesabnekirine ji serweriya xaka Iraq û mafên mirov re.

KONGREYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Zaxo şermezar kir û got: “Ji ber bêdengiya raya giştî komkujî li Zaxo pêk hat.”

EHRAR EL-IRAQ

Berdevkê “Berxwedana Îslamî” Lîwaya Ehrar El-Iraq Ebû Mihemed got, bersiva me dê bi moşek, balafir û topan û bi qasî êşa me be.”

ESAIB EHIL EL-HEQ

Serkerterê Giştî yê Esaib Ehil El-Heq Xez Elî bomebarana Tirkiyê li ser Zaxoyê şermezar kir û got, “xwîna şehîdan dê deqeke reş li eniya hemû aliyên bêdeng û destdirêj be.”

ETHEM BARZANÎ

Siyasetmedar Ethem Barzanî, komkujiya li Zaxo şermezar kir û got: “Ji xaka pîroz a şehîdan derbikevin. Guh bidin dengê bi hêrs ê gelê Başûrê Kurdistanê.”

SEROKÊ PARLAMENTOYA IRAQÊ

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî derbarê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê de xwest hikûmeta Iraqê tedbîrên pêwîst ji bo parastina xaka Iraqê bigre.

KOMA SADÎQÛN

Endamê Polîtbûroya Koma Sadîqûn a Iraqê Seîd Seîdî derbarê komkujiya li Zaxoyê de ragihand, “Bi hemû aliyek xwe ve ev komkujiye û nabe li beramber de bêdeng bimînin. Ev êriş ragihandina şere li dijî Iraqê.”

KAZIMÎ

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî guh got, “Dê Iraq ji bo bersivdayîna destdirêjî û binpêkirinên serdestiyê û gefa li ser jiyana hemwelatiyan, tedbîrên pêwîst bigire.”

HÊZÊN PARASTINA GEL (HPG)

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê Komkujiya Zaxoyê de daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê diyar kir ku li cihê ku dewleta Tirk komkujî pêk aniye, tu hêzên wan li wir tuneye û got: “Dewleta Tirk bi zanebûn seyrangeheke tûrîstîk a gelê sivîl bombe kir. Divê tu kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta Tirk veşêre û li ser bûyerê were girtin. Ji ber ku ev ne komkujiya yekem e ku dewleta Tirk dike. Çawa ku dewleta Tirk di 11’ê Tebaxa 2020’an de 2 Berpirsyarên Payebilind ên Leşkerî yên Iraqê bi zanebûn hedef girtin û qetil kirin, ev êrîş jî komkujiyeke plankirî ye ku bi heman armancê hatiye kirin. Ne tesaduf e ku dewleta Tirk di van salên dawî de li Bamernê, Kunê Masî, Geliyê Balinde ya Çemçoyê û gelek herêmên din bi zanebûn li qadên seyranê yên ku sivîlan bi kar tînin da.

Li herêma ku îro komkujî pêk hat tu hêzeke girêdayî me nîne. Li herêmên nêzî vê herêmê girên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin hene û li herêmê serwer in. Dîsa hêzên sînorî yên Iraqê û hêzên cuda yên herêmî yên girêdayî Hikûmeta Herêmê jî li herêmê hene. Ji ber vê yekê tu eleqeya vê bûyerê bi me re nîne.”

PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî Komkujiya Zaxoyê hewl da sûc bixe stûyê PKK`ê û got: “Divê Hikumeta Iraqa Federal hemû rêkaran werbigire ku pêşî li dûbarebûna van tawanan bigire û ewlekariya welatên cîran ji xaka Iraqê nekeve metirsiyê. Bombebaran, şer û pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li ser sînoran nayê qebûlkirin ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û sînorên navdewletî yên Iraqê têk biriye. Her wiha bûye sedema valabûna bi sedan gundên li deverê.”

(cx)