​​​​​​​Sedemên ji nû ve lidarketina xwepêşandanan li başûrê Sûriyê çi ne?

Piştî xirabbûna rewşa jiyanî û zêdebûna tevliheviyê, dîsa parêzgehên Dera û Siweydayê yên başûrê Sûriyê xwepêşandanan dest pê kir. Rojnamevanekî sûrî got hikumeta Şamê û saziyên ewlehiyê sedemên van xwepêşandanan in. Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê hîna li ser navendîbûnê bi israr e ku bûye sedema dirêjbûna şer.

​​​​​​​Sedemên ji nû ve lidarketina xwepêşandanan li başûrê Sûriyê çi ne?
21 tîrmeh, 2022   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Ji ber nebaşbûna rewşa jiyanî û zêdebûna tevliheviyê li parêzgehên Dera û Siweydayê yên başûrê Sûriyê, xwepêşandanan dîsa dest pê kir. Her wiha Tevgera Rîcal El-Keramê (Mêrên Rûmetê) peyamên hişyariyê dan hikumeta Şamê ku dê li hember vê rewşê bê deng nemînin.

Hemwextî wê, fermandarê giştî yê Tevgera Rîcal El-Keramê li Siweydayê Yehya El-Hecar di civînekê de ku beriya çend rojan bi gelek hêzên li Siweydayê re li dar xistiye, di nav de endamên Meclisa Gel a hikumeta Şamê, rûspiyên durzî, oldar, siyasî, civakî û rûspiyên xwecih ên Siweydayê, peyamek da hikumeta Şamê û daxwaz kir ku dengê gel bigihêje rayedaran.

El-Hecar got: “Mafê Siweydayê li cem dewleta Sûriye hatiye xwarin. Şêniyên wê her tim bi rûmet in û dewlet li hemberî wan kêmasiyan dike. Lê êdî bes e û rewş nayê tehemulkirin. Êdî rewşa xelkê li Siweydayê û Sûriyê bi giştî xirab e, êdî birçîbûn, xizanî heye û ewlehî nemaye. Ev bi giştî dikeve ser milê dewletê û berpirsyariyên wê.”

El-Hecar diyar kir ku hîna banga aramiyê û sebrê dikin lê ew ji rewşa heyî ne razî ne û dê bê deng nemînin û herêm bi guhertinekê re rû bi rû ye, pêwîst bike ew ê guhertinê pêk bînin û rast bikin.

TEVGERA RÎCAL EL-KERAMÊ

Tevgera Rîcal El-Keramê; tevgereke civakî ya çekdar e û li parêzgeha Siweydayê çalak e. Sala 2013`an bi destê Şêx Ebû Fehid (Wehîd El-Belûs) ava bû. Sedema sereke ya avabûnê, ew e ku li dijî leşkerkirina ciwanên durzî û tevlêkirina wan di şerê Sûriyê de ye. Lê piştre ev tevger fireh bû û gelek sazûmaniyên leşkerî yên li Siweydayê tev lê bûn.

Piştî kuştina şêx Wehîd El-Belûsî sala 2015`an, Refet El-Belûsî şûna wî girt. Lê tevger di bin serokatiya wî de hinekî paşde çû. Paşê di 6`ê Sibata 2017`an de, Fefet El-Belûsî ji ber tenduristiya xwe bi awayekî fermî dev ji serokatiya tevgerê berda û li şûna wî Şêx Ebû Hesen (Yehya El-Hecar) bû serokê tevgerê û heta niha serokatiya wî berdewam e.

HÊRSA GEL

Nivîskar û rojnamevanê sûrî Ednan Elî sedemên ji nû ve lidarketina xwepêşandanên li başûrê Sûriyê ji ajansa me re dan xuyakirin û got: “Xuya ye ku nerazîbûneke gelêrî li başûrê Sûriyê (Dera û Siwêdayê) ji ber têkçûna aramiyê û rewşa jiyanî ya xerab, her wiha belavbûna bazirganiya madeyên hişbir, derdikeve pêş. Civaka Sûriyê li gorî nêrîna xwe rêjîma Sûriyê bi derketina diyardeyên wiha, tawanbar dike, çi bi zanebûn çi jî bi sedema paşguhkirina rewşê.”

Ednan Elî wiha domand: “Xwepêşandanên dawiyê yên li herdu bajaran li dijî hebûna Îranê, hedefgirtina bazirganên madeyên hişbir û sîxurên Îranê û derketina tevgera Rîcal El-Keramê li Siwêdayê, didin nîşan ku nerazîbûneke gelêrî li hember kiryarên rêjîma Sûrî li başûrê Sûriyê heye.”

Tê zanîn ku “Tevgera Ehrar Horan” di meha Hezîranê de kuştina 55 kesan belge kir, ji nav wan 5 zarok ji şêniyên Derayê ku li derveyî parêzgehê hatibûn kuştin.

Li parêzgeha Siwêdayê jî, 17 kes hatin revandin û girtin û li gor raporeke tora “Siwêda 24” ku 9 sivîl rastî binpêkirin û revandinê hatin ji nav wan jî 6 mêr, jinek û du zarok.

Her wiha heman torê revandina malbatekê ji şêniyên Siwêdayê ku ji 4 kesan ji nav wan jinek û du zarok pêk tê ji aliyê çekdaran li gundewarê Himsê, belge kir, ku ew li hember berdana wan pereyan dixwazin û heta niha jî ew malbat li cem wan çekdaran girtî ne.

Gelek kes wiha dinirxînin ku têkçûna aramiyê li başûrê Sûriyê ji ber wê yekê ye ku hêzên hikûmeta Şamê êdî nikarin rewşa herêmê kontrol bikin nexasim piştî belavbûna çekan di nav civakê de.

‘HIKUMETA ŞAMÊ TOLA XWE JI ŞÊNIYÊN HERÊMÊ HILTÎNE’

Elî behsa siyaseta hikumeta Şamê ya li Dera û Siwêdayê kir û got: “Ev siyaset ji dema ku rêjîm karî bi alîkariya Rûsyayê di 2018’an de parêzgeha Derayê bi destê xwe ve bîne, li ser bingeha hefvedan û tolhildanê rabûye ku dixwaze tevliheviyê li herêmê çêbike da ku lêvegera hemû hêzên rikberî hev, hertim rêjîma Sûriyê be.”

Girêdayî heman mijarê Elî got: “Ew heman siyasetê li Siwêdayê jî dide meşandin, ku her navendeke îstixbaratî bi grûpên xwecih re dicive, wan bi çek dike û piştgiriyê madî û qanûnî dide wan û li gor ajandeyên xwe dilivîne da ku dest bi girtin, revandin û tirsandina sivîlan bikin û piştre şênî neçar dibin ku giliyê xwe ber rêjîma Sûriyê bikin da ku wan ji wê rewşa tevlihev -a ku wî bi xwe peyda kiriye- xelas bike, her wiha li aliyekî din ji bo heyfa xwe li şêniyên Siwêdayê yên ku nexwestin xortên xwe bişînin şerê rêjîma Sûriyê li derveyî parêzgehê, vede.”

Der barê tevgera li başûrê Sûriyê nexasim piştî mijara “herêma ewle”, Elî wiha anî ziman: “Ku ev tevgerên di herdu parêzgehan de plankirî yan neplankirî bin jî, bi her awayî ew vê peyamê ji rêjîmê re dişînin ku: Bes e, ji bo rawstandina lîstina bi çarenûsa herêm û xortên xwe em ê bixebitin.”

‘MIJARA ‘HERÊMA EWLE’ NE RASYONEL E’

Der barê mijara “herêma ewle” ya li başûrê Sûriyê jî, nivîskar û rojnamevanê Sûrî Ednan Elî wek tiştekî ne reasyonel bi nav kir, û got: “Xwediyê vê projeyê (Urdun) nikare bi tena xwe wê pêk bîne û pêwîstiya wî bi hemû aliyên li Sûriyê nexasim Amerîka û Rûsya, belkî Îsraîl jî heye, ji ber wê jî Urdunê yekser ew proje bi fermî înkar kir da ku hinekî navberê bixe navbera xwe û hikûmeta Şamê û Îranê de, di heman demê de jî da ku xwe dûrî gefên Îranê yên ewlehî jî û yên der barê madeyên hişbir jî, bixe.”

Her wiha civaka Derayê û bermayîyên grûpên opozisyonê êdî nema bi Urdunê bawer dikin nexasim piştî bêdengiya wê ya li hember êrişkirina başûrê Sûriyê di 2018’an de bi hêviya vekirina dergehê Nisêb û vejandina aboriya xwe di rêya bazirganiyê ya Sûriyê û Libnanê û dewletên Xelîcî de, lê ew yek neçû serî ji ber ku dergehê Nisêb veguherî dergehek sereke ji madeyên hişbir re ku destê gelek aliyên rêjîma Sûriyê di serî de Firqeya Çarê tê de heye.”

‘RÊVEBERIYÊN NAVENDÎ BI KÊR NAYÊN’

Elî bang li hikûmeta Şamê kir ku dev ji rihê tolhildanê ya ku heta niha li dijî herêmên ku şoreş li dijî wî ragihandine, dide meşandin, berde û wek hikûmeteke berpirs tevbigere, ne wek mafyayên ku li fitne û pereyan digerin.

Nivîskar û rojnamevanê Sûrî Ednan Elî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Tecrubeya şer a di deh salên borî de divê hiştibe rêjîma Sûrî bi wê yekê bawer bike ku kontrolkirina jiyana rojane ya welatiyan di bin siya rêveberiyên navendî, serkirdetiyên xwecih ên erzan, sîxur û her amûrên din ên kevin ên ku ji 50 salî ve bi kar tîne de, bê encam in.

(şx-mh)

ANHA