Îsrafîl Mistefa: Em ê li hember êrişên dewleta Tirk destgirêdayî nemînin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide Mîsaqî Millî vejîne, timayên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne. Îsrafîl Mistefa got ew ê li hember timayên dewleta Tirk destgirêdayî nemînin.

Îsrafîl Mistefa: Em ê li hember êrişên dewleta Tirk destgirêdayî nemînin
21 tîrmeh, 2022   06:50
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana li ser gundewarên kantona Şehba, gundewarên navçeyên Şera û Şêrawa yên başûrê kantona Efrîna dagirkirî, zêde kiriye.

Dewleta Tirk gundên Semûqa, Bendava Şehba, Til Medîq, Um Qura, Um Hoş, Hirbil, Ehres, Til Qirah, Til Şeîr, daristanên Helîsa, Til Enab, Hasîn, Wehşiyê, Xernata û Hesaçik ên kantona Şehbayê topbaran dike.

Li navçeya Şêrawa dewleta Tirk gundên Burc Qas, Meyasê, Zirneîtê, Bênê, derdora gundê Aqîbê û Soxanekê û li navçeya Şera jî gundên Şewarxa, Keleha Şewarxa, Merenaz û Tat Maraş topbaran dike.

Ne tenê gundewarên eniyên şer ên kantona Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk ve têne topbarankirin lê belê gundê Til Şeîr ê nêzî herêma Şêx Necar (Herêma Pîşesazî) jî tê topbarankirin û ev jî dibe sedem ku bajarê Helebê ku mezintirîn bajarên pîşesazî li herêmê ye bi xeteriyê re rû bi rû bimîne.

Ji beriya mehekê ve dewleta Tirk a dagirker rojane ji baregehên xwe yên li bajarê Ezaz û Marê û gundê Til Malid derdora mezintirîn baregehên hêzên Rûsya ya li gundê Wehşiyê yê kantona Şehbayê topbaran dike.

Têkildarî vê yekê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa behsa gefên dewleta Tirk û topbarana wê li ser herêmê kir û wiha axivî: "Dewleta Tirk piştî şepêlên Îslama radîkal mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra di gefên li ser gelê herêmê de bi kar dianî, bi awayekî rasterast û dijberî qanûn û pîvanên navneteweyî destwerdana karûbarên Sûriyê kir û aloziya wê kûrtir kir. Ev jî sedemek bû ku bi hezeran welatiyên Sûriyê koçber bibin û werin kuştin. Ev hemû jî ji bo planên xwe yên mêtingerî û Mîsaqî Millî pêk bîne."

Îsrafîl Mistefa wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi rêya kirinên xwe qanûna navneteweyî derbas kirin nexasim biryara 2254`an a sala 2015`an a girêdayî agirbest û diyaloga Sûrî-Sûrî. Her wiha çareserkirina aloziya welat bi awayekî siyasî asteng kir. Lê dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.”

Îsrafîl Mistefa destnîşan kir ku dewleta Tirk çeteyên DAIŞ`ê perwerde bike û hewl dide bi navên din derxe, anîna çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) a li nêzî tixumên Efrînê delîla wê ye ku armanc dike bi rêya wan, herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

Mistefa di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: "Ji beriya çend salan ve gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Bi awayekî rojane herêmê topbaran dike. Ev yek jî jiyana bi hezeran welatî bi xeteriyê re rû bi rû dihêle. Xwesteka dewleta Tirk ku Mîsaqî Millî vejîne lê bi rêbazên cûda û diplomatîk."

Mistefa teqez kir ku hedefgirtina bajarê Til Rifet hedefgirtina parêzgeha Helebê ye ku mezintirîn bajarê pîşesazî li Sûriyê ye û wê bi xeteriyê re rû bi rû dihêle. Ji ber dagirkirina wê dê bibe sedem ku bi sed hezeran sivîl koçber bibin û werin kuştin, ji ber wê jî divê gelê Sûriyê di vê pêvajoyê de li hember timaya dewleta Tirk bisekine û serweriya Sûriyê ku hatiye binpêkirin, biparêze.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em ji şer hez nakin lê xweparastin tiştekî zikmakî ye û erkekî mirovî ye û di xwezaya mirovan de ye û heger tiştek biqewime em ê dê bêdeng nemînin."

(bx)

ANHA