​​​​​​​Aldar Xelîl: PDK`ê hevkarê êrişê ye

Aldar Xelîl, destnîşan kir ku bêdengiya li hember êrişên dewleta Tirk bû sedema komkujiya Zaxo û got: “Armanc valakirina herêmê ji sivîlan e. Divê li dijî êrişên dewleta Tirk helwestên xurt bên dayîn.”

​​​​​​​Aldar Xelîl: PDK`ê hevkarê êrişê ye
21 tîrmeh, 2022   00:11
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Artêşa Tirk a dagirker duh herêma geştiyariyê ya Zaxoyê gundê Perex ji topxaneyên xwe yên li herêmê topbaran kir. Di encama hedefgirtina geştiyarên Ereb de ku ji naverast û başûrê Iraqê serdana herêmê kiribûn komkujiyeke mezin pêk anî.

Li gorî agahiyên herî dawî yên ji herêmê bidest ketine hejmara geştiyarên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 9 kesan ku di nav de 2 zarok û 3 jin hene. Hate gotin hejmara birîndaran jî di derdora 23 kesan de ye û di nava birîndaran de jin û zarok jî hene û rewşa gelek birîndaran jî giran e.

Endamê Desteya Hevserokatiya Patiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser gundê Perex ê Zaxo li Başûrê Kurdistanê helwest nîşan da û got; “Dewleta Tirk di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de binket niha jî sivîlan dike hedef.”

ARMACA ÊRIŞA ZAXO: VALAKIRINA HERÊMÊ YE

Aldar Xelîl, da zanîn ku dewleta Tirk bi vê êrişa dawî ya li ser gundekî Zaxoyê re dixwaze herêmê ji sivîlan bide valakirin û got: “Dewleta Tirk her dem tinekirina gelê Kurd ji xwe re esas girtiye. Li Bakurê Kurdistanê zêdetirî 4 hezar gund vala kirin û her siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd dide meşandin. Heman siyasetê ji roja damezrandinê heya niha dide meşandin. Niha jî bi vê êrişa li ser Zaxo re dagirker dixwazin herêmê ji sivîlan vala bikin. Ji bo tevahî gelê Iraqê û Başûrê Kurdistanê vê pêyamê dide. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê ev kir niha jî li van herêmên ku cihê seyranê ne, jiyana sivîlan tê de heye dixwaze bide rawestandin û van herêman bi giştî bike herêmên leşkerî. Armanca vê ew e ku rêya dagirkeriyê temam bike. Ji xwe li Rojavayê Kurdistanê bi salane siyasetên xwe yên dagirkirinê û êrişên xwe pêk tînin, niha jî gefan lê dixwe.”

`PLANÊN WAN BISERNEKET, SIVÎLAN DIKIN HEDEF`

Aldar Xelîl, destnîşan kir ku di encama binketina dewleta Tirk di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de sivîlan dike hedef û wiha pê de çû: “Ji 17 Nîsanê ve û heya niha êrişên gelekî giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tên meşandin. Dema ku li wan herêman bin ket ango planên wî bi serneket êdî herêmên sivîl dike hedef. Ev ne cara yekem e ku vê dike, li derdora gundên Amediyê, Garê, Heftanînê bi giştî cihên sivîlan hedef digire. Armanca wê ne tenê partiyeke, berovajî wê dixwaze wê siyasetên xwe yên qirkirinê temam bike. Divê tevahî gelê Iraqê, hikumeta Iraqê, hemû kesên dixwazin serwerî û rumeta Iraqê biparêzin helwestên xwe diyar bikin.”

BÊDENGIYA ÊRIŞAN BÛ SEDEMA VÊ KOMKUJIYÊ

Xelîl, diyar kir ku di bêdengiya binpêkirina serweriya Iraqê de bûn sedema êrişek wiha hovanê û got: “Ji xwe ev bi salane dewleta Tirk serweriya Iraqê binpê dike. Herkesî xwe bêdeng kir ku êriş gihîştin vê astê. Niha jî êriş gihîştine asteke ku însanên sivîl diçin cihekî seyranê rê nade wan. Ger di destpêkê de dengên xwe kiribana wê dewleta Tirk ewqas hovanê êrişên xwe li ser gel nekiriba. Divê gelê me yên li Başûr bizane ku dewleta Tirk bi van êrişan re dixwaze rê ji mîsogerkirina dagirkeriya xwe li Başûr bike. Ji xwe hêzên leşkerî, barergehên leşkerî bi giştî li Başûr de bi cih bûne. Gelek cihên Başûr dagir kirine.”

`BILA HELWEST NE BI TENÊ DAXUYANIYAN BE`

Li dijî van êrişên dewleta Tirk li ser Kurdistanê bi giştî Aldar Xelîl banga nîşandana helwesteke tund kir û ev tişt anî ser ziman: “Divê her kes xwedî helwest be û helwestan wan ne tenê bi daxuyaniyan be. Helwestekê li dijî dagirkeriyê bêjin `dewleta Tirk dixwaze me tevahî tine bike.` Ev êriş li dijî hebûna gelê herêmê ye. Dewleta Tirk naxwaze ku li Rojhilata Navîn giştî aramî çê bibe. Ji bo wê her cihî tevlihev dike. Hêzên siyasî yên Başûr divê fêm bikin ku `nebêjin ev êriş li ser gerîla ango partiyekê ye.` Ger gerîla tine bibe dewleta Tirk daxwazên xwe pêk bîne wê ew jî tine bibin, ew jî ortê da namînin. Sedema hebûna wan ji ber hebûna gerîla ye. Ji ber ku gerîla heye dewleta Tirk li ser wan de naçe.”

`PDK`Ê HEVKARÊ ÊRIŞÊ YE`

Aldar Xelîl, got: “Ev sûc ne tenê yên dewleta Tirk e, PDK`ê jî hevkarê wê ye. Bila gelê Başûr bizane ku ev tiştên ku tên kirin PDK`ê hevkar e. Lê girîng e helwesteke giştî ji bo parastina serweriya Iraqê bê nîşandan.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl, sersaxî ji malbatên qurbaniyên êrişê û ji birîndaran re şîfa xwest.

ANHA