​​​​​​​Şoreşa 19`ê Tîrmehê; çanda pêkhateyan ji nû ve geş bû

Şoreşa 19’ê Tîrmehê çandên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji windabûn û tunekirinê rizgar kirin, di demekê de ku çanda van pêkhateyan di nava jibîrkirin, paşguhkirin û tunekirinê de bû.

​​​​​​​Şoreşa 19`ê Tîrmehê; çanda pêkhateyan ji nû ve geş bû
20 tîrmeh, 2022   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN - CUMA MIHEMED

19`ê Tîrmeha 2012`an wek destpêkeke nû ji bo pêkhateyên Sûriyê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, tê hesibandin. Ev roja yekemîn a destpêkirina şoreşa gel bû ku rastiya rewşa herêmê guherand ku gelek ol û mezheb lê dijîn.

Şoreşê ji bajarê Kobanê dest pê kir û li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Avakirina hêzên leşkerî ku herêmê biparêzin, avakirina rêveberiyên xweser ku di bin sîwana wê de gel xwe bi xwe birêve bibe û xebatan jê re pêşkêş bike, berhemên şoreşê bûn. Her wiha pêngaveke fikrî, çandî û perwerdehî li herêmê bû ku gelê wê tevî ol, nîjad û mezhebên xwe yên cuda herêmên xwe bi xwe bi rê ve birin, xwe parastin û li gorî rêgeza neteweya demokratîk bi hev re jiyan.

RONESANSA ÇANDÎ

Şoreşa 19`ê Tîrmehê taybet bû, ji ber ku şoreşeke giştî bû û hemû aliyên jiyanê di nava xwe de hewand. Rewşa li herêmê ji gelek aliyan ve guherand. Ji lewra, ronesansa candî û hunerî li rex destkeftiyên li qadên din hatin bidestxistin, yek ji destkeftiyên şoreşê bû.

Ev ronesans ne tenê ji bo pêkahteyekê bû, lê belê ji bo hemû pêkhateyên herêmê bû. Çanda kurdî, erebî, çerkesî, suryanî, asûrî, tirkmenî û ermenî li herêmê vejand. Piştî ku ji ber paşguhkirin û çewisandina bi zanabûn ji aliyê desthialta hikumeta Şamê ve bi windabûnê re rû bi rû mabû.

Beriya destpêkirina şoreşê, navendên çandê li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn, lê tê de taybetmendiya çanda Ereban serwer bû û çanda herêmên din hatibû paşguhkirin. Lê piştî şoreşê, navend careke din hatin vekirin, hemû pêkhate pêşwazî kirin û di bin banê wê de her pêkhateyekî çand û hunera xwe vejand.

PÊKHATEYAN ÇANDA XWE VEJAND

Serokê Komeleya Çerkesan a Minbicê Samir Hebaq got: “Pêkhateya Çerkes ji destpêka aloziya Sûriyê ve û dagirkirina herêmê ji aliyê DAIŞ`ê ve, hatibû paşguhkirin. Temenê zarokên me 10 salî bû, piştî 10 salan bû 20 lê tiştekî li ser çanda xwe nizanin. Lê piştî rizgarkirina bajêr û bi alîkariya rêveberiyê me komeleya xwe vekir. Vê yekê serxwebûn û taybetmendiyek da me ku em urf û adetên xwe vegerînin. Niha piştî ku me destekeke mezin wergirt, em hewl didin çand, ziman, govend û kultura xwe vejînin.”

Hebaq wiha domand: “Em cihê xwe di hemû çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de digirin. Komên me yên govendê hene ku ji beriya 4 salan ve hatine avakirin. Di aliyê ziman de qelsiyek heye. Em hewl didin bi rêya kesên temenmezin wê derbas bikin, zarokan fêrî zimanê çerkesî bikin da ku zimanê xwe vejînin. Hefteyê rojekê em li hev kom dibûn. Lê ji ber koronayê û bûyerên dawîn ên li qada siyasî, bandor li bernameya me bû. Lê piştî ku rewş aram bibe em ê disa vegerin.”

Têkildarî rola şoreşê di vejandina çanda çerkesî de Samir Hebaq got: “Bê guman, pir alîkariya me kir. Bi saya şoreşê, çanda çerkes ji windabûn û tunebûnê xilas bû. Em bi helandin û qirkirinê re rû bi rû mabûn. Pêkhateyên herêmê rastî qikirinê hatin, lê ya me, du caran bi hev re qirkirin li dijî me pêk hat. Em li seranserî cîhanê belav bûn. Hejmara me li vir hindik e. Lê desteka ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye, hişt ku em çanda çerkesî ji nû ve vejînin.”

Endamê rêveber ê beşa helbest, çîrok, stranên kurdî yên folklorîk a Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kantona Kobanê Hemê Kobanê jî got: “Beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê çanda kurdî di tariyê de bû. Çanda kurdî dewlemend e, lê hat çewisandin û windakirin. Gelek mamosteyên Kurd hene û pirtûkên bi zimanê farisî, erebî û tirkî nivîsandin, lê nikarîn bi azadî binivîsin, her tim rastî girtinê dihatin.”

Hemê Kobanê destnîşan kir ku ji ber qedexeyê hejmara pirtûkên kurdî beriya şoreşê kêm bû, lê belê îro bi sedan pirtûk tên çepkirin û bi sedan li benda çapê ne.

Hemê Kobanê wiha pê de çû: “Tiştê me xeyal dikir, îro pêk hatiye. Akademî, dibistan û zanîngeh hatin vekirin. Ji ber ku eger dibistanên me tune bin em nikarin zimanê xwe biparêzin. Va li Bakurê Kurdistanê zimanê tirkî ketiye nav zimanê kurdî, ji ber ku perwerde bi zimanê tirkî ye.”

Hemê Kobanê ev li gotinên xwe zêde kir: “Deh sal têrê nakin. Pêwîstiya me bi demê heye heta ku zarok mezin bibin ku fêrî zimanê dayikê dibin, ji dibistan û zanîngehên kurdî der biçin, wê demê dê rewş cuda be.”

Hemê Kobanê behsa cil û bergên kurdî jî kir û ev tişt anîn ziman: “Jinên Kurd ji berê ve cil û bergên kurdî li xwe dikin. Lê lixwekirina cil û bergên folklorîk qedexe bû. Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê rêjeyeke mezin a Kurdan cil û bergên folklorîk li xwe dikin, bi taybet di bone û şahiyan de.”

Hemê Kobanê daxuyand ku stranên kurdî piştî şoreşê zêde bûn û ev bi bîr xist: “Beriya şoreşê min tenê 23 helbest nivîsandin. Lê niha 200 helbest derbas kiriye.”

Ger ne ji Şoreşa Rojava bûya, dê pêşeroja çanda kurdî li Rojava çawa bûya, Hemê Kobanê wiha bersiv dide: “Heke em bi azadî çanda xwe nedomînin, wê tune bibe. Pêşiyên me, xwedî li çanda xwe derketin. Em jî xwedî derketin. Lê heke zarokên me çanda xwe bi azadî nedomînin, dê tune û winda bibe. Piştî şoreşê, her tişt hat guhertin. Şano û fîlm hatin pêşandan û gelek çalakiyên din ên hunerî hatin lidarxistin.”

Hemê Kobanê diyar kir ku pêwîstiya Kurdan li Rojava bi gelek hewldanan heye û got: “Em nikarin bêjin ku tiştên di 10 salên şoreşê de hatine bidestxistin, di asta xwestî de ye. Pêwîstiya me bi demê heye heta ku di hurgiliyên jiyana xwe û hemû waran de em bi zimanê xwe biaxivin. Dema derbasbûyî ne dirêj e. Me bi şer, zilm û koçberiyê derbas kir. Ruxmî wê jî, rojane pêşketin rû didin. Çand, dîrok û çanda kurdî heta îro bi awayekî devkî hate veguhastin. Lê piştî şoreşê, dest bi nivîsandinê hat kirin û gelek berhem bûn pirtûk, lê ev tenê destpêk e.”

Ji bo Ereb û Suryanan jî, rewşa wan ji Kurd û Çerkesan ne cuda bû. Her du pêkhateyan, hewl da çanda xwe vejînin. Xwedîderketinek li ziman, cil û berg û urf û adetan ji aliyê her du pêkhateyan ve, hebû.

Êdî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berovajî salên beriya şoreşê, ji tiştekî natirsin, heke bixwazin dikarin fêrî zimanê xwe bibin, pê biaxivin, urf û adetên xwe pêk bînin, cil û bergên xwe li xwe bikin. Beriya şoreşê hewl dihat dayîn ku sûrî bi rengekî bên nîşandan, bêyî ku taybetmendiyên wan di ber çavan re bên derbaskirin.

(şx)

ANHA