​​​​​​​Ramî Zuhdî: Ez bi xurtayî destekê didin banga girtina qada hewayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Siyasetmedarê misrî Ramî Zuhdî piştgiriya xwe ji banga partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan da ku banga girtina qada hewayê ya herêmê kirin.

​​​​​​​Ramî Zuhdî: Ez bi xurtayî destekê didin banga girtina qada hewayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
21 tîrmeh, 2022   04:30
 NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 25`ê Nîsana 2017`an ve û heta roja îro banga ferzkirina qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike da ku êriş û sûcên dewleta Tirk li dijî gelê herêmê rawestin.

Di dawiya Hezîrana borî de partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku zêdetirî 30 partî ne, bangeke hevbeş li NY, Yekitiya Ewropayê, DYA û Rûsyayê re şand ku qada hewayê ya herêmê bê girtin.

Gelek sazî tev li banga partiyên siyasî bû û destekdayîna bangewaziyan wan firehtir bû.

Têkildarî mijarê siyasetmedarê misrî Ramî Zuhdî ji ANHA`yê re wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker ji beriya çend salan ve êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û beşên mezin ên xaka Sûriyê dagir kir. Her wiha bi awayekî rojane sûcan li dijî gelê wê pêk tîne. Siyaseteke qirêj dimeşîne û hin caran qet ne zîreke. Ev yek dê helbet ber bi têkçûnê ve biçe. Her çiqas niha berovajî vê yekê xuya dike. Di warê dîrokî de siyasetên qirêj qet bi ser neketine çi dewleta osmanî yan jî dewleta Tirk yan jî çi dewlet û hêzên cîhanî bin."

DEWLETA TIRK LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ PÊK TÎNE

Zuhîd wiha pê de çû: "Armanca dewleta Tirk a eşkere kirinên wê yên qirêj rave dike. Di navbera vê yekê de sûcên li dijî mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava bêdengiya dewleta Sûriyê de pêk tîne ku tu tedbîr pêk neanî da ku binpêkirinên li dijî beşeke girîng a xaka Sûriyê û gelê wê rawestîne."

Ramî Zuhdî di axaftina xwe de behsa xwestekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên girtina qada hewayê ya herêmê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk û helwesta Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kjir ku heta niha tu biryar der barê vê yekê de negirtiye û ev tişt anî ziman: "Bêguman hêzên navneteweyî yên bi bandor li gorî berjewendiyên xwe biryarên Meclisa Ewlehiyê û saziyên NY`yê bi giştî kontrol dikin. Heta ku ev berjewendî ne adil bin, li dijî berjewendî û mafên gelan û neteweyan bin. Dibe ku li dijî mirovahiyê bi giştî be jî.  Ez difikirim ku bendamayîna pêkanîna edaletê ji aliyê kesên din ve, her tim beşek ji tevger û çareseriyê ye. Lê divê bi temamî xwe nespêrin wê. Niha tiştek cîhanê nalivîne. Tenê berjewendî."

Zuhdî teqezî bi destekdayîna bangên hêz û partiyên siyasî kir û wiha axivî: "Ji ber ez siyasetmedar im, serbixwe me û dozên ewlehî û aştiyê li herêmê dişopînim û girîngiyê didim doza kurd, ez bi awayekî xurt destekê didim bangên girtina qada hewayê ya herêmê û hemû tedbîr û daxwazên pêkanîna ewlehî, aştî û aramiyê ji hemû gelan re."

Ramî Zuhîd bang li siyasetmedar û rewşenbîran kir ku li hember sûc û binpêkirinên dewleta Tirk bisekinin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bê dilovanî ku herî hêsan e ji siyasetmedaran bê xwestin da ku sûcên dagirkeriya Tirk li dijî dewletên herêmê rawestînin, divê destpêkê, li ser bingeha qenat û drustiya nêrînê dozê baş fêm bikin. Paşê li ser hemû astan di aliyê siyasî de xebatê bikin, niyetên qirêj ên dewleta Tirk şîrove bikin ku dixwaze destkeftiyên gtelan û berhemên neteweyan desteser û talan bike. Timayên Tirkiyê ne tenê li Sûriyê ye, lê belê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Ev mijar kûrtir e û li dijî serdestî, sînor û berjewendiyên dewletên herêmê ne."

ANHA