​​​​​​​Şerê taybet ê psîkolojîk ê ragihandinê bi gefxwarinên dewleta Tirk re bilindtir dibe

Rojnamevanên çalakvan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî dan ku bi şerê psîkolojîk ê ragihandinê yê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neyê xapandin ku hemwextî gefên li dijî herêmê dixwe dimeşîne. Her wiha teqez kirin ku rastiyên li ser erdê, ji dezgehên şerê taybet cuda ne.

​​​​​​​Şerê taybet ê psîkolojîk ê ragihandinê bi gefxwarinên dewleta Tirk re bilindtir dibe
21 tîrmeh, 2022   01:32
KOBANÊ – CUMA MIHEMED

Nûçegîhanê kanala Ronahî li bajarê Kobanê Lazgîn Mihemed got: "Bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, yên ku naxwazin ev şoreş bigihêje serkeftinê, rêbaza şerê taybet li dijî herêmê dimeşînin. Em behsa rejîmên ku desthilatdariya xwe li ser xaka Kurdistanê didin meşandin: Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê dikin."

Tirkiye bi mehan e gefa êrişan li ser herêmê dixwe da ku dagir bike. Li kêleka gefên Tirkiyê, li ser ragihandinê şerê taybet tê meşandin bi armanca tirsandina xelkê û şikandina îradeya wan a berxwedanê.

Mihemed got: "Êriş li ser herêmê hene, lê li kêleka wê jî şerekî taybet tê meşandin. Ev yek jî bandorê li civakê û kesên li vir dijîn dike. Ev şer di demên dawî de ji aliyê hin dezgehên ragihandinê yên girêdayî Tirkiyê û çeteyên wê ve bi taybet li ser vê mijarê dixebitin, tê meşandin."

'JI ŞERÊ ÇEKAN QIRÊJTIR'

Mihemed wiha berdewam kir: "Ev mijar bandorê li rewşa derûnî ya kesên ku nizanin Tirkiye bi zanebûn vê yekê dimeşîne, dike. Ev şerekî mezin e ku Tirkiye dimeşîne û ji şerê çekan qirêjtir e."

Mihemed balkişand ser siyaseta bêdengkirinê ya ku ji aliyê rayedarên tirk ve tê meşandin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Hikumeta AKP'ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rastiyê vedişêre û her kesê ku hewl dide vê rastiyê eşkere bike digire. Bi sedan hevalên me yên rojnamevan jî girtî ne, rastiya hovîtiya dewleta Tirk ji raya giştî re nîşan didan, bi dehan kanalên telefizyonê, malper û rojname hatin girtin. Ev jî yek ji wan rêbazên şerê taybet e ku Tirkiye li dijî civaka Kurd bi kar tîne, girtina rojnamevan ne karekî asayî ye, lê belê hewldanek ji bo veşartina rastiyê ye."

Rojnameger Lazgîn Mihemed diyar kir ku divê mirov baldar be û wiha got: "Di vî şerê ku Tirkiye û ajanên wê dimeşîne de, divê em nebin amûra alîkariyê. Zarok û kesên mezin, telefon û malperên medya civakî bi kar tînin û dema nûçeyek li ser malpereke ne fermî tê weşandin, mirov wê nûçeyê parve dikin. Bi vî rengî, bi awayekî bê hemd dibin hevkarê berpirsên vî şerî."

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed got: "Divê ciwan nekevin bin bandora vê mijarê û berovajî vê yekê xebat bikin ku rastiyên li ser rûyê erdê hene nîşanî hemû cîhanê bidin. Ajanên ku li ser van rûpelan dixebitin, armanc dikin ku di nava gel de rewşeke nerehetiyê çêbikin û wan ji Rêveberiya Xweser dûr bixin, armanca sereke jî valakirina civakê ji ciwanan e."

Têkildarî mijarê Xebatkarê şirîketa Nefel a Ragihandinê ku li Bakur û rojhilatê Suriye kar dike Mihemed Cerada wiha got: "Niha gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Her tim ji aliyê Tirkiyê ve gef û hewldanên dagirkirina herêmê tên kirin, li gorî şêwazê şerê taybet êrişên leşkerî û medyayî hene."

Cerada wiha domand: "Em dibînin ku Tirkiye û çeteyên wê di rûpelên xwe de agahî û nûçeyên derew û bêbingeh û li ser erdê nînin diweşînin. Em li vir di warê rojnamegeriyê de dixebitin û em dibînin ku piraniya nûçeyên di rûpelên wan de tên weşandin ne rast in. Ji bo wê divê gelê me yê li vir balder be, ji ber ku ev yek dikare di nava civakê de bêbawerî û tirsê çêbike."

Cerada di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Armanca sereke ya li pişt vî şerî, Tirkiyê ji destpêkê ve hewl dide mirov ji vê xakê dûr bixe û baweriya di navbera gel, rêveberiya heyî û hêzên leşkerî yên ku herêmê û şoreşa me diparêzin de, bişkîne."

Li gorî Mihemed Cerada "Şerê taybet” ê ku Tirkiyê bi rêya medyayê di odeyên veşartî yên îstîxbarata Tirkiyê de dide meşandin, gihîştiye asteke mezin û armanca wan ew e ku xelkê herêmê ji herêmê derxin da ku dema êrişî herêmê bikin û dagirkirina herêmê ji wan re hêsan be."

Cerada wiha pê de çû: "Em hêvî dikin ku her kes ji her tiştî ku li ser înternetê tê weşandin bawer neke. Malperên fermî hene û pêbaweriya wan heye û malperên Rêveberiya Xweser hene ku dikarin werin şopandin. Her medya siyaseta xwe ya weşangeriyê heye û li gorî wê tev digere, divê civaka me vê yekê baş bizane. Carinan em dibînin ku hinek dezgehên ragihandinê yên ku xwe dispêrin zimanekî erênî ji Rêveberiya Xweser re, piştî demekê bi guhertina berjewendiyên wê re berovajî vê yekê dikin, divê em ji vê xalê jî baldar bin."

Careda di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya kombûn û xwedîderketina li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember her êrişeke muhtemel a li dijî herêmê teqez kir.

ANHA