​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-7-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-7-2022`YAN
20 tîrmeh, 2022   23:00

Navenda Lêkolînan a Firatê semînerek bi navnîşan Pêşketinên siyasî piştî civîna Tehranê li Parka Xwendinê ay li Qamişlo li dar dixe saet di 18:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Tirbespiyê 40 şehîdên ku di mehên Hezîran û Tîrmehê de li cih û demên cuda de li Hola Siyahî ya navçeya Tirbespiyê bi bîr tînin saet di 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê têkildarî tecrîdar li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke hevbeş li kantona Hesekê û Dirbêsiyê dide saet di 18:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN) 

Nivîsgeha Jinan a MSD`ê têkildarî Şoreşa 19`ê Tîrmehê semînerek li hola meclisê ya li Reqayê dide saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Israfîl Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Mîsaqî Millî vejîne, timayên xwe yên dagirkerî pêk bîne û teqez kir ku ew dê li hember timayên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Rojnamevanên çalakvan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî dan ku bi şerê psîkolojîk ê ragihandinê yê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neyê xapandin ku hemwextî gefên li dijî herêmê dixwe dimeşîne. Her wiha teqez kirin ku rastiyên li ser erdê, ji dezgehên şerê taybet cuda ne.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî diyar kir ku ew amade ye bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re rûbirû bibe, her wiha ku parastina xaka Sûriyê erka tevahiya Sûriyan e li ser bingeha nasnameya Sûrî û destnîşan kir ku di şerê bê de serkeftin dê para wan be.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê çandên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji windabûn û tunekirinê rizgar kirin, di demekê de ku çanda van pêkhateyan di nava jibîrkirin, paşguhkirin û tunekirinê de bû.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku di dema rewşa awarte de desteya wan di amadebaşiyê de ye û hemû nexweşxane, klînîk û navendên tenduristiyê yên gerok hatine hazirkirin, her wiha daxwaz ji xelkê kir ku bi wan re bibin alîkar û kursên perwerdeya yên destwerdana lezgîn bibînin.

7 sazî, rêxistin, yekitî û meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amadekariyên lidarxistina Foruma Şoreşa Jinan dikin. Forum dê li Qamişloyê were lidarxistin û 2 rojan dewam bike.

POLÎTÎKA

Siyasetmedarê misrî Ramî Zuhdî piştgiriya xwe ji banga partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan da ku banga girtina qada hewayê ya herêmê kirin.

Siyasetmedarên herêma Firatê teqez kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê rêya tevgera siyasî ya kurdî veguherand û piştî demeke dirêj partî ji qedexekirin û şopandina ewlehî rizgar kir.

RAPOR

Piştî nebaşbûna rewşa jiyanî û zêdebûna tevliheviyê, dîsa parêzgehên Dera û Siweyda yên başûrê Sûriyê xwepêşandan dîsa dest pê kirin. Rojnamevanekî sûrî got hikumeta Şamê û saziyên ewlehiyê sedemên van xwepêşandanan e. Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê hîna li ser navendîbûnê bi israr e ku bûye sedema dirêjkirina salên şer.

ANHA