Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn tê orgenîzekirin

7 sazî, rêxistin, yekitî û meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amadekariyên lidarxistina Foruma Şoreşa Jinan dikin. Forum dê li Qamişloyê were lidarxistin û 2 rojan dewam bike.

Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn tê orgenîzekirin
21 tîrmeh, 2022   03:44
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Bi daxwaza Kongreya Star 7 sazî, rêxistin, yekitî û meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê amadekariya lidarxistina Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dikin.

Sazî û rêxistinên ku forumê bi rêxistin dikin wiha ne; Kongreya Star, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê, Saziya Jinelojiyê, Yekitiya Jinên Suryan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîneyên Parastina Jin.

Li gorî komîteya amadekar dê forum 2 rojan li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê bê lidarxistin.

/kr/uploads/files/2022/07/20/192651_img_9681.webp

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endama Komîteya Amadekar a Foruma Şoreşa Jinan Ebîr Hesaf ji ajansa me re axivî.

Ebîr Hesaf da zanîn ku jinan di Şoreşa Rojava de ku bi navê ‘Şoreşa Jinan’ tê naskirin, li ser asta cîhanê deng vedaye û got: “Jinên Kurd li Rojava wek nimûneyeke cîhanî tên pênasekirin, bi taybet YPJ.”

Der barê hurgiliyên forumê de Ebîr Hesaf got: “Forum dê di 22`yê Tîrmehê de dest pê bike û 23`ê Tîrmehê de bi encamnameyekê bi dawî bibe. Di her rûniştekekê de dê 4 xal bên nîqaşkirin; rengê jinan di şoreşê de, destkeftiyên jinan, nirxandina rewşa jinan beriya şoreşê û piştî şoreşê, birêxistinbûna jinan û divê di pêşerojê de çi bikin.”

Ebîr da xuyakirin ku nûnerên ji jinên kurd, Ereb û Suryan, pêkhateyên Rojhilata Navîn dê beşdarî Foruma Şoreşa Jinan bibin û got: “Di roja yekemîn de her nûnereke ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di forumê de behsa kar û xebatê xwe, guhertin û veguhertinên di 10 salên şoreşê de bikin. Di roja duyemîn de jî dê panelek û komxebatek bên lidarxistin, ew jî dê ji 4 mijarên girêdayî warên siyasî, hiqûqî, aborî û civakî pêk were.”

Ebîr got: “Em bi rêya lidarxistina vê forumê hewl didin, girêdaneke jinan li ser asta Rojhilata Navîn ava bikin. Bingeha wê ji sala borî de li bajarê Beyrûtê bi rêya kongreyeke taybet hatiye avakirin.”

Di 30`ê Tîrmeha 2021`an de rêxistinên jinan li paytexta Lubnanê Beyrûtê 2’yemîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li dar xistibû.

Ebîr Hesaf got: “Dê gelek kes ji herêmên Rojhilata Navîn beşdar bibin, piraniya wan wê bi rêya online tev li forumê bibin. Proje hebû ku jinên ji Lubnanê beşdar bibin lê mixabin ji ber pirsgirêkên rê heta niha nikarin beşdar bibin, ji Sûriyê wê hin jin beşdar bibin.”

Ebîr Hesaf bal kişand ser beşdarbûna online û got: “Wê ji Başûrê Kurdistanê, Iraqê, Tûnisê û Mexribê beşdar bibin.”

Ebîr Hesaf wiha lê zêde kir: “Bi vî rêbazê em wek jinên herêmê gav û destkeftiyên xwe bi welatên cîhanê re parve dikin û ji nirxandinên wan jî sûdê werdigirin.”

ANHA