​​​​​​​Karker: Li dijî êrişan em ê herêmên xwe biparêzin

Karkerên kargehên berhemdêr ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ew ê xaka xwe biparêzin û got: "Serkeftin wê para me be."

​​​​​​​Karker: Li dijî êrişan em ê herêmên xwe biparêzin
19 tîrmeh, 2022   13:38
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê Rêveberiya Kargehên Berhemdêr ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya bi dehan rêveber û karkerên wê daxuyaniyek da. Endama Kargeha Berhemdêr Ava Xetîb daxuyanî bi zimanî kurdî xwend û endamê rêveber ê Meclisa Kargehên Berhemdêr Mensû Mehmûd bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Îro salvegera 10`emîn a Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava ye ku berdewamiya şoreşa gelê Sûriyê bi giştî ye û tê de bangên gelê Sûriyê yên guhartin û veguhartin, pêkanîna demokrasiyê û li ser bingeha jiyana hevbeş Sûriyeke nû were avakirin, bi cih hat."

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana dîrokî ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb, Asûr û Suryan hate kirin û hate gotin, ev hevgirtin di berxwedana Kobanê de hate destnîşankirin.

Karkeran daxuyaniyê de îşaret bi berdewamkirina hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdêlên di oxira mîsogerkirina ewlehî û aramaniyê de hate kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku hemwextî salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê dewleta Tirk a dagirker hewl dide rûbera timayên xwe berfireh bike û rewşa navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe, her wiha têkbirina destkeftî û serkeftinên gelê herêmê pê re jî demografiya herêmê biguhere û niştecihên wê bide koçber kirin, bi kar tîne.

Li ser vê rêveber û karkerên kargehên berhemdêr soza berdewamkirina kar û xebatê hate dayîn.

Di dawiyê de ev tişt hate gotin: "Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker em amade ne parastina herêmê bikin û vê roja dîrokî pîroz dikin û ji cîhanê re dibêjin li dijî gefan em ê bi erka xwe rabin û slogana me yan serkeftin an serkeftin e."

(eh)

ANHA