‛Şoreşa 19’ê Tîrmehê hişt civak bi xwe biryarê bide’

Panelîstên Komcivîna Navneteweyî ya têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê da zanîn ku krîza li Rojhilata Navîn encama desthilata navendî ye û gotin, Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo guhartina vê pirsgirêkê ya bi rêya rêvebirina civakê xwe bi xwe pêk hat.

‛Şoreşa 19’ê Tîrmehê hişt civak bi xwe biryarê bide’
19 tîrmeh, 2022   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Komcivîna Navneteweyî ya têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi diruşma "Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Destkeftî-Astengî-Pêşeroj" li Kluba Beylesan a li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo didome.

Rûniştina yekemîn bi sernavê "Şoreşa 19’ê Tîrmehê û Damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk" dest pê kir. Rûniştin ji aliyê Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer ve hat birêvebirin. Tê de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, serokê berê yê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Hevserokê KNK li Rojava Ekrem Hiso û berdevka Kongra Star Remziye Mihemed axivîn.

Emîne Omer destpêkê salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û wiha got: "Şoreşa Rojava şoreşa civakî ye û ji bêhna civaka Kurd a di dirêjahiya têkoşînê wê de pêk hat, vîna gelên Sûriyê kir yek, nirx û armancên pîroz bi dest xistin û armancên gelê Sûriyê pêk anîn ku guhartina demokratîk piştî 10’ê salan û bi saya tecrûbeyeke dewlemend ava bikin. Li aliyekî din jî gelek astengî li beramber wê derketin."

Dûre endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl semînra xwe ya bi sernavê "Damezrandina Rêveberiya Xweser weke pêwîstiyeke civakî ya piştî rewşa alozî û bêîstîqrariya li Sûriyê, helwesta hêz, partiyên muxalif û yên alîgir pêk hat" da.

Xelîl anî ziman ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber xwe dispêre rêgeza guhartina zihniyeta netewe-dewletê û rêxistinkirina civakê û rêvebirina wê.

Xelîl wiha domand: "Çima li Rojhilata Navîn krîz heye, wê çawa çareser bibe?. Di krîza Sûriyê de gelek navên şoreşê derketin. Lê me xeta sêyemîn ku avakirina civakeke demokrat û exlaqî ye bi rê ve bir. Sedema krîza li Rojhilata Navîn zihniyeta netewe-dewlet e, ji ber vê yekê me projeya rêveberiyê pêşkêş kir ku civaka xwe bi xwe bi rê ve bibe û ji mafên hemû pêkhateyan e ku vîna û nêrîna xwe nîşan bidin."

Aldar Xelîl wiha pê de çû: "Sîstemên serdest ên Rojhilata Navîn kontrol dike xwe dispêre rejîma desthilata navendî ku vîna civakê berçav nagire. Ji ber wê me ev hevsengî guhart û me hişt civak bi xwe biryarê bide û xwedî vîn be, me meclis û komîn ava kirin û li ser vî esasî me Rêveberiya Xweser ava kir."

'PEYMANA CIVAKÎ Û DESTKEFTIYÊN RÊVEBERIYA XWESER'

Hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Ekrem Heso semînera xwe ya bi navê "Peymana Civakî û Destkeftiyên Rêveberiya Xweser" da.

Heso di semînerê de wiha axivî: "Rêveberiya Xweser dûrî sîstema navendî û siyaseta bêparkirinê, nûnertiya hemû pêkhateyan kir û xwe bi rêve bir. Li ser vê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hikumê diktator veguhezand qonaxa wekhevî û beşdariya di proseya avakirinê de. Şoreşa Rojava xwe spart fikrekî ku di kar û xebata Rêveberiya Xweser de roleke bingehîn list."

Heso îşaret bi destkeftî û qanûnên Rêveberiya Xweser ji destpêka damezrandinê xwe ve ragihandine kir û wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser pêşketineke berçav û erênî pêk anî, her wiha qanûnên rewa yên avakirina binesaziya civakê ragihand û hişt ku civat biryara xwe bide. Di heman demê de qanûnên taybet bi jinan derxist û bi wê re bû girîngtirîn qanûnên di sîstema Rêveberiya Xweser de. Her wiha biyara erka xweparastina ragihand ku gelê herêmê bi hev re parastina xakê bikin."

Ekrem Heso di dawiyê de got: "Bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê û avakirina Sûriyeke demokratîk diviyabû rêgeheke guncaw bihata diyarkirin û ji xetimînê derketibane. Her wiha bi beşdariya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexşeyeke niştimanî bihata destnîşankirin û peymana civakî bihata sazkirin. Vê yekê hişt Rêveberiya Xweser ji bow ê kar û xebatê bike."

DI ŞOREŞÊ DE ROLA PÊŞENG A JINÊ Û SAZIYÊN RÊVEBERİYA XWESER

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed jî di semînera xwe de got: "Şoreş di 19'ê Tîrmeha 2012'an de dest pê kir û çirûska wê ji bajarê Kobanê dest pê kir û derbasî Cizîrê û Efrînê jî bû. Ji ber gelek sedemên ku di nava çend salan de vedigerin qonaxên têkoşîna jinê, navê şoreşê bû şoreşa jinê."

Remziye Mihemed her wiha bal kişand ser têkoşîna jinan û astengiyên ku li pêşiya wê derketin û wiha dewam kir: "Tevî hemû astengî  û keleman, têkoşîna jinan a di salên heştêyî de, mîrasek hişt ku îro jin li Rojava dişopînin. Wê demê jinan di bin sîwana Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji bo avakirina civakek li dijî neheqî, zilm û zordariya dewlet û rejîma Baasê ku jin û civaka Kurd ji mafên herî bingehîn ên çandî û civakî bêapar hiştibû, têkoşîn dikir.  Bi hatina rêber Ocalan a Sûriyeyê û belavkirina fikra azadiya jinê re ku ji aliyê jinên Kurd ve hate qebûlkirin, di destpêkê de li hemû qadan ji bo doza xwe û doza civaka xwe bi dizî têkoşîn kirin. Di 15-1-2005’an de, bi hin kesayetên ku rêya azadiya jinê şopandin û heta qonaxa damezrandina Yekitiya Star ku yekemîn tevgera jinên Rojava bû."

Piştî semîneran, beşdaran nêrînên xwe anîn ziman, serkeftinên Rêveberiya Xweser ê di bin banê Şoreşa 19'ê Tîrmehê de pêk anîne, silav kirin û ji bo parastina şoreşê banga xurtkirina têkoşînê hat kirin.

Komcivîn bi rûniştna duyemîn a bi navê "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wekî tecrûbe û model" dewam dike ku ji aliyê mamosteyê Qanûna Cinayatan û Zanistana Siyasî û Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk li Qahîre Muxtar Xebaşî vet ê birêvebirin.

ANHA