​​​​​​​Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera şoreşê pîroz kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gel û pêkhateyên herêmê pîroz kir û bang li wan kir ku li hember dagirkeriya Tirk bibin yek.

​​​​​​​Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera şoreşê pîroz kir
19 tîrmeh, 2022   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de ev bone li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Meclisa Jinan di daxuyaniya xwe de got: “Çirûska yekemîn a şoreşê li Kobanê sala 2012`an bi pêşengiya jinan destpê kir û bilez li herêmên Cizîr, Efrînê û yên din belav bû û guhertineke dîrokî di têkoşîn û berxwedana gelên herêmê de çê kir.”

Meclisê diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi tevlêbûna jinan kevira bingehîn a avakirina pergala demokratîk li herêmê danî. Her wiha destnîşan kir ku ev şoreş, nirêxn edalet, azadî û demokratiyê di rêveberiyê de sepandin ku hemû pêkhateyên herêmê hemêz kir û li ser bingehên xurt ên biratî, hevgirtî, aştî û jiyana hevbeş ava bû û li herêmê û ji bo Sûriya pêşerojê bû model.

Meclisê diyar kir ku pêwîstiya vê pêvajoyê bi yekitî, hevgirtin û xwedîderketinê heye.

Meclisê di dawiyê de bang li sûriyan kir ku li hember gef û timayên dewleta Tirk a dagirker bibin yek û bang li dewletên mudaxeleya Sûriyê kirine kir di serî de DYA, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ û Rûsya Federal kir ku destwerdanê bikin, rê nedin Tirkiyê ku êrişî herêmê bike. Her wiha destekê bidin QSD`ê ku li şûna cîhanê bi giştî şerê terorê kir, dagirkeriya Tirk a li ser herêmê bi dawî bikin û biryara NY`yê ya bi hejmar 2254 pêk bînin.

(şx)

ANHA