Desteya Enerjî û Pêwendiyan dest bi sererastkirina tora kehrebe ya li başûrê Hesekê kir

Desteya Enerjiyê û Pêwendiyan a Herêma Cizîrê dest bi sererastkirina tora kehrebeyê ya herêmên başûrê kantona Hesekê kir û amadekariyên pêkanîna projeyên din li rojhilatê navçeya Şedadê dike.

Desteya Enerjî û Pêwendiyan dest bi sererastkirina tora kehrebe ya li başûrê Hesekê kir
19 tîrmeh, 2022   13:23
HESEKÊ

Bi armanca gihandina kehrebeyê ji herêmê re, Desteya Enerjî û Pêwendiyan a Herêma Cizîrê dest bi projeya sererastkirina tora kehrebeyê li başûrê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê kir. Piştî ku herêmê ji zêdetirî 5 salan ve bê kehrebe bû ji ber ku di şerên rizgarkirina wê ji DAIŞ`ê sala de 2017`an torên kehrebeyê wêran bûbûn.

Werşeyên girêdayî Saziya Enerjî û Peywendiyan a navçeya Şedadê dest bi xebatên sererastkirinê li gundên Kişkiş ê başûrê navçeyê; Kişkiş Bakur û Kişkiş Navîn kir.

Li gorî projeyê, wê stûnên kehrebe yên nû li şûna yên berê bên bicihkirin, toreke nû ya kehrebeyê bê dirêjkirin û du veguhêz karîna her yekê 100 KVA`ê ye bê bicihkirin da ku kehrebe bigihêje şêniyan.

Têkildarî mijarê hevserokê Saziya Kehrebeyê ya Şehdadê Rîm El-Reca got: “Projeya heyî bi desteka Desteya Enerejî ya Rêveberiya Xweser pêk tê.”

Lê Rîm El-Reca dema temamkirina projeyê diyar nekir.

Saziya Kehrebe ya Şedadê amadekariyên projeyên din dike ku dê li gundewarên başûr û rojhilatê navçeyê pêk bîne. Li gorî Rîm El-Reca; wê li bajarokê Mergede tora kehrebeyê jî bê sererastkitin, tora berê dê bi yeka nû bê guhertin. Her wiha dê li bajarokê Deşîşe û gundên li rojhilatê navçeyê gelek proje pêk werin.

(şx)

ANHA