Dagirkeran 3 welatiyên din ên Efrînê revandin

MÎT`ê û çeteyên Polîsên Leşkerî bi hincetên bêbingeh 3 welatiyên kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Dagirkeran 3 welatiyên din ên Efrînê revandin
19 tîrmeh, 2022   08:28
ŞEHBA

Li gorî çavkanî, kesên hatine revandin ev in: Mistefa Mihemed (28) ji xelkê gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera ye.

Mehmûd Elî Hisên (30) û Ferzat Ehmed Mehmûd (28) ji gundê Çûbono yê navçeya Cindirêsê ne.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku kesên hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve hatine birin û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

ANHA