​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rojeva civîna Tehranê Sûriye ye

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî civîna li Tehranê, dijberiya aliyên siyasî yên Iraqê eşkere kirine û rewşa Lîbyayê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rojeva civîna Tehranê Sûriye ye
19 tîrmeh, 2022   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI CIVÎNA TEHRANÊ DE GAVÊN HEVPAR ÊN DER BARÊ SÛRIYÊ DE MIJARA NÎQAŞÊ NE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Îro li Tehranê civîna welatên Astanayê (Rûsya, Tirkiye, Îran) li dar dikeve. Ji beriya zêdetirî 2 salan ve ev hevdîtina yekemîn a serokên her sê welatan e.

Di 2 salên dawîn de dema civînê ya diyarkirî, zêdetirî carekê hatibû taloqkirin. Beriya du mehan Kremlînê ragihandibû ku her sê serok dê beriya havîn bi dawî bibe ji bo nîqaşkirina dosyaya Sûriyê bicivin. Kremlînê duh jî ragihand ku Pûtîn ji bo serdaneke kar diçe Komara Îslamî ya Îranê û dê beşdarî civîna serokên dewletên garantorên Astanayê bibe.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, tê payîn ku di civînê de nêrînên der barê aliyên sereke yên aktîfbûnê, diyarkirina gavên hevpar ji bo pêşerojê bi armanca peydakirina çareseriyeke mayînde li Sûriyê, dê bên pevguhertin. Her wiha diyar kir ku li gorî encaman, tê payîn ku serokên welatên garantorên Astanayê daxuyaniyeke hevbeş bidin.

Di heman çarçoveyê de, berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov got: “Di serdana serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a ji bo Tehranê de dê xebatên çareseriya li Sûriyê mijara sereke bin. Ev forma sêalî, forma navneteweyî ya yekane ye ku dê di dema niha de di çareseriya li Sûriyê de rolê bilîze.”

Balkêş e ku li gel eşkerenekirina bernameya serdanê, hin aliyên nêzî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê red kirin ku hibijartina dema serdanê girêdayî serdana serokê Amerîkayê Joe Biden ji herêmê re be. Dîplomatekî rûsî beriya çend rojan ji rojnameya Şerq El-Ewset re gotibû: “Tevgera Pûtîn di çarçoveya xebateke dîplomatîk a plankirî de ya di navbera rayedarên Moskov, Tehran û Enqereyê de pêk tê, ne serdaneke ji nişka ve ye û bi tu rengan ne girêdayî serdana Biden e. Ji ber ku Rûsya di helwestên xwe yên siyasî û xebatên dîplomatîk de, reaksiyonê esas nagire.”

Çavkaniyekî got li gel dosyaya nukleerî ya Îranê, dê mijara sereke ya dan û standinan rewşa Sûriyê, geşedanên li Sûriyê û derdora wê de be.

Li aliyekî din, pisporên rûsî destnîşan kir ku dema serdanê girîng e, nexasim di van şert û mercan de bi taybet ku li Sûriyê di dema dawî de rewş germ bûye, her wiha texmîn hene ku helwest ber bi xwerakişandineke rûsî-amerîkî ve biçe. Li gel pêşketinên girêdayî operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya muhtemel li herêmên bakur rojhilatê Sûriyê û rewşa başûrê Sûriyê ku nîqaşên der barê girîngiya avakirina herêma ewle de tên kirin. Li gorî pisporan, bi van hemû geşedanan re pêwîstî bi “eyarkirina saetê” û koordînekirina helwestan li hemberî geşedanên bilez heye.

Çavkaniyekî rûsî ji rojnameyê re da zanîn ku dosyayên sereke yên nîqaşê, operasyona leşkerî ya Tirkiyê, helwesta sêalî ya li hember êrişên Îsraîlê li Sûriyê ne ku Moskovê vê dawiyê şermezar kiribûn. Her wiha dê giliyên ji Îsraîl, Urdin û gelek aliyên din digihêjin Moskovê yên der barê belavbûna Îranê li Sûriyê û metirsiyên di vê derbarê de, dê li ser maseya nîqaşê bin.

Tevî ku Kremlînê bi zanabûn got ku dê encamnameya hevpar bê dayîn jî, lê çavkaniyên rûsî dûr dibînin ku lihevkirinên diyarker an jî daxuyaniyên hevbeş hebin. Lê belê destnîşan kirin ku civîn dê destpêka lihevkirinan be ku dibe di dema pêş de pêk werin, bi taybet der barê helwesta li hember rewşa başûrê Sûriyê, mijara Îranê û metirsiyên wê, geşedanên muhtemel ên li bakur, nexasim ên girêdayî operasyona leşkerî ya Tirkiyê ku xuya ye Moskov tevî ku pêşwaziya wê nake jî, lê belê diyar e ku dê nekare rê lê bigire. Her wiha dê mijara dan û standina bi Amerîkayê re li Sûriyê di siyaseta Rûsyayê de cih bigire û dê pêwîstiyê bi koordîneyeke xurttir bi her du şirîkên îranî û tirkî re hebe.

Dosyayeke din jî di dema dawîn de derket pêş ku tê payîn li ser maseya nîqaşê be, ew jî dosyaya xebatên komîteya destûrê ya Sûriyê ye.”

‘AGAHIYÊN ELÎ FADIL BELAV KIRINE, JI BO EŞKEREKIRINA SIYASETMEDARÊN IRAQÎ DERFETEK E’

Girêdayî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Axaftinên serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El-Malikî ku rojnamegerê iraqî Elî Fadil bi dest xistine, ji bo iraqiyan derfetek e ku ji nêz ve çîna siyasî ya li ser desthilatê û asta dijminahiya di navbera hêzên siyasî yên Iraqê de, nas bikin.

Ne tenê Elî Fadil bi van agahî û axaftinan xîtabî çîna siyasî kir, lê belê xîtabî welatiyan jî kir yên ku nas kiriye çawa girîngiya bi dozan bi lez ji dest bidin. Bi taybet li gel pirbûna hemleyên ragihandinê û propagandaya di navbera hemû aliyan de ku dihêle mirov rastî û şaşiyê ji hev dernexe.

Ya herî girîng, ev rastî nakokiyên hundirîn heta di navbera hevalbendan de jî eşkere dikin. Her wiha asta gendeliya rêveberên komên hevrik jî eşkere dikin, ne tenê yên di nava şîeyan de, lê belê yên di nava pêkhateyên din de jî. Her wiha girêdana wan bi derve re jî eşkere dike ku Îran bi her yekî ji wan re li dijî yê din şer dike.

Elî Fadil dengekî qeydkirî pêşkêş kir, tê de bersiva hemû tawanên li dijî xwe dide ku wî axaftin ji El-Malikî bi xwe ew agahî dane wî da ku koma xwe eşkere bike yan jî wî bi mebesta pereyan wergire, belav kir.

Fadil destnîşan kir ku heke hemû axaftin hatin pêşkêşkirin dê jibîrkirina wê hêsan be, lê dibe ku di her bendeke wê de pirsgirêk û eşkerekirinek hebe û bibe jêdera bertekên raya giştî.

Di beşa 4’an a axaftinên Malikî de plana wî ya berfireh a sekna li hember Tevgera Sedr û hevalbendên wê ji sunnî û Kurdan eşkere dike. Ew komên çekdar amade dike ku mijara Iraqê bi hêz bi dawî bike.

El-Malikî got: "Ez dizanim Sedr dê min hedef bigire, ji ber min ew hilweşand. Ez nahêlim şîe û Iraq bikevin destê Muqteda Sedr. Heke Wezareta Karên Hundir aciz bû, ez aciz nabim. Li gel min ji 10 heta 15 komên milîsan hene ku wan bi çek bikim û ji qonaxa hestiyar re amade bikim. Heke Sedr êriş kir, ez ê êrişî Necif bikim. Ew mirovekî kîndar e û xwedî 3 taybetmendiyên qirêj e; xwînê dixwaze, tirsonek e, pere û dizîna welat bi giştî dixwaze. Ew dixwaze bibe xwedayê we yê mezin û bibe ‘Îmam Mehdî’ wek koma wî îdia dike."

‘LI ASOYAN LIHEVKIRINEKE LÎBYAYÎ XUYA DIKE’

Der barê rewşa Lîbyayê de, rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Di çend saetên borî de bûyerên surprîz û balkêş têkildarî Lîbyayê rû dan. Ya herî girîng jî serfermandarê artêşa Lîbyayê Ebdurezaq El-Nazorî tevî 5 endamên nûnerên Fermandariya Giştî ya Artêşê di komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) de gihaştin balafirgeha Miêtîqe ya Terablusê.

Serfermandarê artêşê yê girêdayî Wezareta Parastinê yê herêma rojava Mihemed El-Hedad El-Nazorî û kesên pê re ku ji Binxazî hatine, pêşwaz kirin.

Li gorî çavkaniyên şopîner, El-Nazorî li Terablusê ye ku şêwirên nû bi El-Hedad re di çarçoveya yekkirina saziya leşkerî de pêk bîne. Li gorî çavdêran serdana di çarçoveya însiyatîfa neteweyî ya çareserkirina krîza li welat a ji 2011’an ve, pêk hat. Her wiha piştî çend rojan ji vegerandina berhemdayîn û hinardekirina petrolê li herêmên di bin kontola Lîbyayê ya li herêmên navîn, rojhilat û rojava de pêk hat. Ew yek jî wek encameke lezgîn a ji bo guhartina di saziya neteweyî ya petrolê de çêbûye. Girêdayî mijarê aliyên şopîner got ew yek bi lihevkirina di navbera hikumeta Ebdulhemîd El-Debîbe û fermandariya giştî ya artêşê ya li Benxazî de çêbû.

Serokê komîteya şopandina saziyên çavdêriyê ya Meclisa Nûneran Zayid Hediye da zanîn ku meclis bi israr e ku civîneke awarte têkildarî erkên serweriyê li dar bixe.”