Zanîngeha Rojava hefteya bê mufadeleyê aşakare dike

Zanîngeha Rojava dema ragihandina hevyazbariya (mufadeleya) giştî ya sala xwendinê 2026-2027`an aşkare kir, da zanîn ku ew ê pê re jî şert û pîvanên pêşkêşkirinê, beşên heyî, dema tomarkirina xwendekaran jî diyar bike.

Zanîngeha Rojava hefteya bê mufadeleyê aşakare dike
1 cotmeh, 2026   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Zanîngeha Rojava bi rêya daxuyaniyekê re da zanîn, ku dê mufadeleya giştî ya sala xwendinê 2026-2027`an di destpêka hefteya bê de bê ragihandin, wê di mufadeleyê de pîvan û beşên akademekî yên heyî di nava fakulte û peymangehên girêdayî zanîngehê jî bên aşkarekirin.

Zanîngehê diyar kir li kêlek aşkarekirina beşên heyî di zanîngehê de, wê demên pêşkêşkirina daxwazan û makanîzmeya tomarkirinê jî ragihîne. Zanîngehê ji xwendekaran xwest ku bi awayeke baş li şertên mufadeleyê binêrin û li gorî perespektîvan tevbigerin.

(sb)