Hizbullaha Iraqê karên xwe yên leşkerî yên li Iraqê da sekinandin

Ji komên çekdar ên alîgirê Îranê yên li Iraqê Ketayîb Hizbullah piştî ku leşkerên DYA’yê xwe bi temamî ji welêt vekişand, eşkere kir ku wan karên xwe yên leşkerî yên li Iraqê sekinandiye.

Hizbullaha Iraqê karên xwe yên leşkerî yên li Iraqê da sekinandin
1 cotmeh, 2026   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji komên çekdar ên alîgirê Îranê Ketayîb Hizbullaha Iraqê piştî ku leşkerên DYA’yê xwe temamî ji Iraqê vekişand, eşkere kir ku wan karên xwe yên leşkerî yên li Iraqê sekinandiye.

Serokê Ketayîb Hizbullah Ahmed el-Hamidawi ferman da şervanên rêxistinê ku karên leşkerî yên li Iraqê bisekinîne. Lê belê di daxuyaniyê de hate gotin, karên li dijî ‘balafirên dijmin’ ên ku qada hewayî ya Iraqê binpê dikin, wê dewam bikin.

Biryar piştî vekişîna leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ji Iraqê hate dayin. Piştî ku veguhestina personel û ekîpmanên ji Baregeha Hewayî ya Hewlêrê temam bû, Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku mîsyona leşkerî ya “Operasyona Biryardariya Xwezayî” (Operation Inherent Resolve) bi fermî bi dawî bûye.

PİŞTÎ VEKİŞÎNA DYA’YÊ Lİ IRAQÊ DEMA NÛ

DYA û Iraqê di sala 2024’an de li hev kiribûn ku dawî li wezîfeya hevpeymaniya navneteweyî ya li Iraqê bê anîn. Koalîsyona bi pêşengiya DYA’yê piştî ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de qadeke berfireh a Iraqê bi dest xist, li welêt bi cih bûbû.

Pentagonê diyar kir ku li gel bidawîbûna mîsyona leşkerî wê piştgiriya îstîxbarat û perwerdeyê ya ji bo Iraqê dewam bike. Tê plankirin ku asta fermandariyê ya hevpeymaniyê li derveyî Iraqê kar bike.

Vekişîna DYA’yê weke qonaxeke nû ya hewldanên hikumeta Iraqê tê dîtin ku hewl dide komên çekdar ên alîgirê Îranê yên li welêt bixe bin kontrola dewletê.

SEİR TASFİYEYA HÊZÊN ÇEKDAR RAGİHAND

Di 30’ê Îlonê de lîderê Şîa yê Iraqê Muqteda es-Sedir ragihandibû ku komên çekdar ên ser bi wî ve hatine tasfiyekirin û yek ji van veguheriye weqfeke sivîl. Li gorî daxuyaniya Sedir, Seraya es-Selam (Tûgayên Aştiyê) hate fesixkirin, Artêşa Îmam Mehdî ya beriya niha di nava rêxistiniya çekdar a Sedir de bû bi navê “Weqfa Ensar el-Îmam el-Mehdî” veguherî avaniyeke sivîl.

Tê gotin ku Sedir her wiha koma çekdar a bi navê Lîwa el-Yevm el-Mewûd jî fesix kiriye.