Hêzên Îsraîl Ii Derayê bi ser malan de girt

Li başûrê Sûriyeyê hêzên Îsraîl bi ser malan de girt û gundewarên Quneytrayê topbaran kir.

Hêzên Îsraîl Ii Derayê bi ser malan de girt
2 cotmeh, 2026   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

15 wesayetên leşkerî yên hêzên Îsraîl ji baregeha xwe ya li Sekene El Cizîrê îro (înê) serê sibehê ketin gundê Meiriyê yê herêma Hewd El Yermûk ku dikeve rojavayê Derayê, bi ser malan de girt û kontrol kir.

Li parêzgeha Qunytrayê jî hêzên Îsraîl erdên çandiniyê yên li derdora bendava El Mentere top baran kir û têkildarî encama topbaranê tu agahî nehatine wergirtin.

(np)