Fuad Husên: Li ser radestkirina çekan dan û standin didomin

Fuad Husên ragihand ku hikûmet li ser radestkirina çekan bi komên çekdar re dan û standinê dike û got ji bo vê mijarê lîsteyeke demkî û nexşerêyek hatiye amadekirin û hikûmet li benda bersiva koman e.

Fuad Husên: Li ser radestkirina çekan dan û standin didomin
1 cotmeh, 2026   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Husên têkildarî çekdanîna komên çekdar ên li Iraqê agahî da.

Fuad Husên ragihand ku hikûmet têkildarî radestkirina çekan, lîsteyeke demkî û nexşerêyeke saxlem a di vê mijarê de bi komên çekdar re di nava danûstandinê de ye.

Husên anî ziman ku di vê mijarê de hikûmet li benda bersiva komên çekdare ji bo çekên xwe radest bikin li gorî pilana hatî diyarkirin û got: “Nîqaşên di vê derbarê de jî dewam dike.”

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê destnîşan kir ku Bexda hêvî dike ku hevpareke parastinê ya du alî li gel Neteweyên Yekbûyî ava bike, heman demê hevkariya bergiriyê bi welatên din re jî xurt bike û got: “Bi Siûdî, Sûriye, Tirkiye li ser kişandina xeteke boriya neftê ya nû dest bi nîqaşan hatiyekirin bi armanca hinardekirina nefta Iraqê.”