‘Di mehekê de 79 kes hatin darvekirin’

Di çarçoveya kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku li dijî darvekirinan di girtîgehên Îranê de tê birêvebirin, hejmara girtîgehên ku beşdarî greva birçîbûnê ya heftane dibin gihîşt 66’an.

‘Di mehekê de 79 kes hatin darvekirin’
29 îlon, 2026   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku li dijî biryarên darvekirinê û zextên li girtîgehan hatibû destpêkirin, di hefteya xwe ya 140’î de berdewam dike.

Di daxuyaniyê de, hat ragihand ku hejmara girtîgehên ku beşdarî vê kampanyayê dibin gihîşt 66’an. Girtî her hefte roja Sêşemê dikevin greva birçîbûnê.

Li gorî agahiyên kampanyayê, di navbera 23’yê Tebaxê û 22’yê Îlonê de herî kêm 79 kes hatine darvekirin. Hate ragihandin ku di nav kesên hatine darvekirin de 6 jin û 10 welatiyên Beluç jî hene.

Her wiha hate eşkerekirin ku li girtîgeha Meşhedê ji bo Mahbube Şabanî ya ku di dema xwepêşandanan de hatibû girtin biryara darvekirinê hat dayîn. Hate diyar kirin ku nêzî 200 girtiyên siyasî û baweriyê jî bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne.

Kampanyayê, bi destpêkirina sala nû ya perwerdeyê re, xwendekar, mamoste û akademîsyenên ku di têkoşîna azadî û wekheviyê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî bibîranîn.

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ banga xwe ya ji bo rawestandina darvekirinan û piştevaniya bi girtiyan re careke din nû kir.