Li Girkê Legê, Rimêlan û Qamişloyê çalakiyên ji bo perwerdeya bi kurdî

Li çend dibistanên Girkê Legê û Rimêlanê xwendekaran dibistan boykot kirin. Her wiha xwendekar û karmendên perwerdeyê li çend dibistanên Qamişloyê daxuyanî dan û daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir.

1 cotmeh, 2026   15:10
QAMIŞLO

Xwendekarên dibistanên bajarên Girkê Legê û Rimêlan ên herêma Cizîrê di çarçoveya derketina li dijî biryara nebûna perwerdeya bi zimanê kurdî de, dibistan boykot kirin. Boykot li hember biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de, pêk tê.

Ji bo heman mijarê xwendekar û karmendên perwerdeyê yên dibistanên Şehîd Şervan, Canşêr, Dilxwaz, Heqî û Omîd li pêşiya Dibistana Canşêr a li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi 3 zimanan hat xwendin, bi zimanê kurdî ji hêla xwendekar Mêrva Emo, bi zimanê erebî ji aliyê mamoste Wasil Esaed û bi zimanê îngilîzî ji aliyê mamoste Rojîn Mihemed Mûsa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd bi salan rastî zilmê hatiye û dan zanîn ku ev 14 sal e wan ji bo xaka xwe ya dîrokî û jiyaneke aştiyane şer kir, biryarên ku niha tên dayîn domandina kiryarên jihoêrakirina dîroka wan in, biryara kêmkirina zimanê kurdî di dibistanan de jî yekemîn gava vê yekê ye.

Xwendekaran diyar kir ku ew ne li dijî zimanên dîtir in, lê erka wan e ku zimanê xwe biparêzin.

Xwendekaran daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku dengê wan bigihînin raya giştî û zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de fermî bikin.

Xwendekara bi navê Hêlîn Iniz da zanîn ku perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî wan ê xwezayî ye û ew dixwazin materyalên wan bi temamî bi kurdî bin.

Xwendekara bi navê Diyala Yûsif jî diyar kir ku ferzkirina zimanekî din ji bilî kurdî zehmetiyan ji bo wan çêdike, wan bi salan bi zimanê kurdî perwerdeya xwe dîtiye, divê daxwazên xwendekaran li ber çavan bên girtin.

Xwendekar Diyar Mihemed jî got divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de wek zimanekî dibistanan were tesbîtkirin.

(sb)

ANHA

 Girkê Legê

QAMIŞLO