​​​​​​​Komcivîna Navneteweyî ya têkildarî Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir

Komcivîna Navneteweyî ya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk bi dirûşmeya "Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Destkeftî-Astengî-Pêşeroj” li Kluba Beylesan a li navçeya Amûdê dest pê kir.

​​​​​​​Komcivîna Navneteweyî ya têkildarî Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir
19 tîrmeh, 2022   08:17
QAMIŞLO

Vê sibê siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîrên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî wê bi taybet wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Concher, nivîskar û nivîskar û pisporê karûbarên kurdî Patrice Franceschi û nivîskara fransî Roxana Damasionov û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Fransayê Xalid Îsa tev li Komcivîna Navneteweyî bûn.

Di komcivînê de, dê sê rûniştin bên lidarxistin. Rûniştina yekemîn bi navê “Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk” e. Rûniştina duyemîn jî bi sernavê “Rêveberiya Xweser a Demokratîk wek nimûne û tecrube” ye, rûniştina sêyemîn jî bi sernavê “Zehmetî û astengiyên di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de” ye. Her rûniştinek ji sê beşan pêk tê ku dê ji aliyê panelîstên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriye û cîhanê ve bên dayîn.

Endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Ehmed Sîno axaftina destpêkê kir.

Piştre jî dê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb, berdevkê QSD`ê Aram Hena, berpirsa Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya YPJ`ê Rûksan Mihemed biaxivin û dûre jî li ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê sînivîsyonek were pêşandan.

Paşê dê hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer mijara yekemîn a bi navê "Şoreşa 19`ê Tîrmehê û damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk" binirxîne.

Li pey wê jî mamosteyê qanûna cezayan û zanistên siyasî û cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk li Qahîre Mûxtar Xebaşî dê mijara duyemîn a bi navê "Modela Rêveberiya Xweser a Demokratîk" şîrove bike.

Endizyar û akademisyen Azad Elî jî dê mijara sêyemîn nîqaş bike.

Tê payîn ku komcivîn îro êvarê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(eh)

ANHA