Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

Îro li Şengalê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 25 şehîdên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hatin wergirtin û li goristanên Şengalê hatin oxirkirin.

Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin
1 cotmeh, 2026   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Karwanê 9’an yê şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji sala 2019’an ve ji gorên komî yên Koço hatibûn derxistin, radestî malbatên wan hatin kirin. Beriya du rojan, 25 cenazeyên qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji Daîreya Tiba Edlî ya Bexdayê hatin derxistin û ji bo Mûsilê hatin şandin.

Cenazeyên qurbaniyan îro di saet 10:00’an de ji Mûsilê bi rê ketin ber bi Şengalê ve. Cenaze  ji aliyê bi hezaran kesî ve li bîrdariya şehîdên fermanê ya li gundê Solaxê bi merasîmekê hatin pêşwazîkirin. Di merasîmê de nûnerên aliyên siyasî, civakî, leşkerî, malbatên şehîdan û gelê Şengalê bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir.

Piştre rê û rismên olî hatine gêran û lio ber dengê Def û Şibêba û yek bi yek navên şehîdên ku rûfatên wan hatibûn, hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştî ku rûfat radestî malbatan hatin kirin, ku piraniya wan ji Koçoyê bûn, li goristanan hatine veşartin.

Pêvajoya vekirina gorên komî yên qurbaniyên Komkujiya 3’yê Tabxê  ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin, bi awayekî fermî di 15’ê Adara 2019’an de li gundê Koço destpê kir. Li seranserê Şengalê bi giştî 96 gorên komî ligel bi dehan gorên ferdî hatine tespîtkirin.

Her wiha heta niha 321 rûfat ji bo Şengalê hatine şandin û zêdetirî 500 rûfatî li Bexdayê ne û malbatên wan li bendê ne ku bên vegerandin Şengalê.