Hikumeta veguhêz hevdîtina bi nûnerên Hizbullahê re derewand

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê agahiyên têkildarî hevdîtina bi berpirsên Hizbullahê û bi Tirkiyeyê re derewandin.

Hikumeta veguhêz hevdîtina bi nûnerên Hizbullahê re derewand
1 cotmeh, 2026   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Ragihandinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê agahiyên têkildarî hevdîtina nepenî yan jî dan û standinên rasterast bi nûnerên Hizbullaha Lubnanê re li Tirkiyeyê derewandin û bi “îdîayên derew” ku bingehên wan nîn e wesif kir.

Ev derewandin bersiva raporeke ku Reuters’ê weşandiye hat. Li gorî Reuters’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên îstîxbaratî û ewlehî hat îdîakirin ku îstîxbarat û Wezareta Derve ya Sûriyeyê di Îlonê de bi hevkariya Tirkiyeyê bi nûnerên Hizbullaha Lubnanê re li Tirkiyeyê civiyane, dosyayên ewlehî yên hevbeş û kêmkirina nakokiyên sînorî hatin nîqaşkirin.

Rueters’ê ku agahiyên xwe dispêre 6 çavkaniyên agahdar di nav de 2 berpirsên Sûriyeyê, berpirsekî Amerîkayê û çavkaniyekî ewlehî yê Lubnanê ku nêzî Hizbullahê ye, diyar kir ku her du aliyan di Îlonê de herî kêm civînek li dar xistiye.

(f)