Li Dêrazorê qezaya trafîkê; gelek birîndar hene

Di encama qezayeke trafîkê a li rojavayê Dêrazorê de hejmarek rêwî birîndar bûn.

Li Dêrazorê qezaya trafîkê; gelek birîndar hene
1 cotmeh, 2026   10:55
DÊRAZOR

Berbanga vê sibehê li rojavayê Dêrazorê qezayeke trafîkê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de otobûsek û kamyonek li ser rêya bajarokê El Şimêtiya yê li rojavayê Dêrazorê li hev qelibîn, di encamê de hejmarek rêwî û ajokarê kamyonê birîndar bûn.

Şênî û aliyên peywendîdar destwerdana lezgîn kir û birîndar sewqî nexweşxaneya Dêrazorê kirin.

Heta niha bi awayekî fermî têkildarî bûyerê û birîndaran tu daxuyanî nehatine dayîn.

Di Tîrmehê (2026) de jî qezayên trafîkê li ser rêya sereke ya parêzgeha Dêrazorê û li ser rêya Dêrazorê-Tedmurê de rû dan û li gorî bîlançoya fermî ya Wezareta Tenduristiyê di wan qezayan de 35 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

(sb)

ANHA