Li Dirbêsiyê 60 şehîd bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan Dirbêsiyê merasîma bîranîna 60 cangoriyan li dar xist.

Li Dirbêsiyê 60 şehîd bi bîr anîn
Li Dirbêsiyê 60 şehîd bi bîr anîn
Li Dirbêsiyê 60 şehîd bi bîr anîn
Li Dirbêsiyê 60 şehîd bi bîr anîn
Li Dirbêsiyê 60 şehîd bi bîr anîn
1 cotmeh, 2026   15:50
HESEKÊ

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtine dest pê kir û bi sînevîzyonekê wêneyên 60 şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê nîşan dan. Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên tevgerên ciwan, jin û partiyên siyasî tev li merasîmê bûn.

Piştî pêşkêşkirina sînevîzyona wêneyên şehîdan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Ebdullah Îso axivî. Îso hemû şehîdên tevgera azadiyê û şoreşa Rojava bi bîr anîn û got şehîdan ji bo parastin û hebûna gelê Kurd canê xwe feda kiriye.

Bi navê birîndarên şer jî Egîd Dirbêsiyê axivî û got ew ê her tim rêça şehîdan bişopînin.

(np)

ANHA