Medyaya Erebî: Bandorên şerê Amerîka-Îranê digihin Hurmuzê heta Iraq û Xezayê

Medyaya Erebî bandorên şerê Amerîka-Îranê bi siberoja Iraq û herêmê ve girêda, û da zanîn ku krîza Hurmuzê û petrolê bûne "du aliyên heman pereyî ne". her wiha diyar kirin ku qonaxa din a Iraqê "ceribandina dewlet û çekên wê" ye.

Medyaya Erebî: Bandorên şerê Amerîka-Îranê digihin Hurmuzê heta Iraq û Xezayê
2 cotmeh, 2026   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Gotar, nivîsên ramanê û şîroveyên ku îro di rojname û dezgehên medyayê yên Erebî de hatine weşandin, bandorên şerê Amerîka-Îranê li ser Iraq û herêmê û her weha siberoja şerê li Xezayê nîqaş kirin. 

Derbarê şerê Amerîka-Îranê de, rojnameya El Şerq El Ewset gotarek bi sernavê "Îran... Çareseriyên Bêhêvî di Demên Dijwar de" weşand, û rewşa aborî ya Îranê û rêça şerê bi Dewletên Yekbûyî re nirxand.

Di gotarê de hate destnîşankirin ku axaftina li ser hilweşîna bilez a aboriya Îranê nayê wê wateyê ku ev senaryo dê pêk were û li ser cewherê zextên ku Tehran pê re rû bi rû ye nîqaş kir.

Di heman çarçoveyê de, gotarek di heman rojnameyê de, bi sernavê "Iraqa piştî Amerîkayê... Ceribandina Dewlet û Çekêan", behsa roja piştî vekişîna hêzên Amerîkî kir.

rojnameyê destnîşan kir ku Iraqî di warê binavkirina vê bûyerê wekî "Roja Tehliyekirinê" an "Roja Serweriyê" de ji hev cuda ne û bal kişand ser pirsgirêkên ku dewlet û çekên wê pê re rû bi rû ne û serweriya di qonaxa pêş de.

Rojnameya Independet Arabia gotarek bi sernavê "Petrol û Hurmuz... Li Pişt Perdeya Manevraya Îranê bi Washingtonê re" weşand, ku bal kişand ser pêşniyara Îranê ya ji bo vekirina Tengava Hurmuz û girêdana krîza petrolê bi cezayan û danûstandinên nukleerî re.

Rojjnameya El Nahar di gotarek bi sernavê "7ê Cotmehê... Erdhejek Ku Bi Dawî Nebûye" de behsa bandorên salvegera sêyemîn a êrişa 7ê Cotmehê û şerê piştî wê kir. Gotaran pirsên li ser tiştên ku li herêmê guherîne, bandora şer li ser doza Filistînî, siberoja Xezayê, û bandorên pevçûnê li ser ewlehiya herêmî û hevsengiya hêzê derxistin holê.

Rojnameyê pêşketinên li Xezayê, Lubnanê û Îranê bi hev ve girêda û bal kişad ser danûstandinan, gefên leşkerî û siberoja rewşa Lubnanê.

Yek ji gotarên di raporê de têkiliya di navbera axaftinên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump û pêşketinên herêmî de vedikole.

Di rojnameya El Xelîc de, gotarek bi sernavê "Û Şahidekî ji Nav Xwe Şahidî Kir" şerê li ser Xezayê ji aliyê wêne û şahidiya mirovan ve nirxand û destnîşan kir ku cîhan ji bo fêmkirina asta wêrankirinê ne hewceyî fîlmek nû ye û wêne û şahidiyên bijîşkan têr in. Her wha orjnamevan û kesên ku ji şer rizgar bûne jî şahid in.

(k)

ANHA