Dagirkeriya Tirk di sibeha Cejna Qurbanê gundên Şehbayê  topbaran dike

Di yekemîn rojên Cejna Qurbanê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê devera di navbera gundên Um Hoş û Ehres ên kantona Şehbayê, topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk di sibeha Cejna Qurbanê gundên Şehbayê  topbaran dike
9 tîrmeh, 2022   05:22
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku devera navborî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî topbaranê tê.

Derbarê encamên topbaranê de ku ji saetên destpêkê yên sibeha Cejna Qurbanê de dest pê kiriye, agahiyên zêdetir bi dest neketin.

ANHA