​​​​​​​Hesen Koçer: Berxwedana me wê vê carê cûda be û ne ji rêzê be

Hesen Koçer diyar kir ku ragihandina rewşa awaret ne ji bo tirsandina gel e, lê ji bo zêdekirina amadekariyên bersivandina êrişên Tirkiyê ye. Hesen Koçer got: "Berxwedana me wê vê care cûda be. Em ê bi parastinê tenê sînordar nemînin, lê em ê herêmên dagirkirî jî rizgar bikin."

​​​​​​​Hesen Koçer: Berxwedana me wê vê carê cûda be û ne ji rêzê be
7 tîrmeh, 2022   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR CÎHAN BÎLGÎN

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6'ê Hezîranê de li hemberî êrişên muhtemel li ser herêmê û ji bo amadekariyên rizgarkirina herêmên dagirkirî, rewşa awarte li herêmê ragihand.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Baku û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer biryara rewşa awarte û geşedanên li herêmê rû didin, ji ANHA'yê re nirxand.

Koçer diyar kir ku bûdçeya 2022'yan ji bo bersivandina êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê hatiye veqetandin û bang li hikumeta Şamê kir ku xeteriya Tirkiyê nas bike.

Her wiha Hesen Koçer hişyarî da Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê û got:  "Heger Tirkiyê êrişî me bike û her kes bêdeng be, wê berpiryartiya me li hemberî DAIŞ`ê nemîne. Çi dikin bila bikin em ne berpirsyar in.''

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LIHEV DIKIN, EM JÎ NEÇAR IN AMADE BIN'

Hesen Koçer diyar kir ku biryara rewşa awarte piştî zêdebûna tevgerên leşkerî û dîplomasî yên Tirkiyê ji derdora mehekê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn û got: "Çima rewşa awareta hate ragihandin? Ev biryar ji bo amadekariyên baş ji şerê muhtemel re ye ku Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe yên aborî, şaredarî û tenduristî amadekariyên nû bikin da ku li hemberî van êrişan bisekinin û têk bibin."

Koçer diyar kir ku ew wekî Rêveberiya Xweser şer red dikin û got:  "Hewldanên dîplomasî yên xurt bi hêzên cûda re hene da ku ev gef werin rawestandin. Ji ber ku şer bi xwe re wêranî û xirabiyê tîne. Em ê heta dawiyê tê bikoşin ta ku ev şer çênebe."

Koçer lihevkirinên navneteweyî yên qirêj ên li ser hesabê gelê Sûriyê hatine kirine, bi bîr xist û wiha dom da axaftina xwe: " Hêzên herêmê lihevkirinan pêk tînin, ji ber vê yekê em mecbûr in li gorî rewşa heyî xwe bi rêxistin bikin da ku ji her êrişekê re amade bin. Dibe ku lihevkirin li ser pêkanîna êrişan li ser herêmên me çêbibin. Tecrûbeyên me yên berê hene. Me dît çawa ku Tirkiyê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi gelek hêzan re li hev kir û êrişî herêmên me kir. Ev hêzanan wê rê li ber Tirkiyê negirin.  Ew bi xwe dibêjin ku ew nikarin ji bo berjewendî û ajnîdeyên xwe şerê Tirkiyê bikin."

'REWŞA AWARETA NE JI BO TIRSANDINA GEL E'

Koçer îşaret pê kir ku ew wekî Rêveberiya Xweser û gelê herêmê ji bo xurtkirina sîstema parastinê rewşa awarte ragihandine û wiha axivî: "Biryara rewşa awarte hatiye ragihandin ne ku ji bo gel bixin rewşeke bi fikar û tirs. Lê da kugel ji êrişên muhtemel re amade bin. Me bûdceya 2022'an xist xizmeta amadekariyên bersivandina şerekî. Yanî heger êriş werin kirin wê pêwîstiya me bi madeyên tibî û jiyanî hebin."

Hesen Koçer bang li şêniyan kir ku ji hemû îhtîmalan re amade bin û wiha dom da axaftina xwe: Divê gelê me ji rewşên kambaxtir re amade be. Tirkiyê di aliyê dîplomasî û siyasî de tawîzan dide Rûsya, Amerîka û Îranê û tevgera xwe ya siyasî û dîplomasî zêde kiriye, giraniya êrişên xwe daye Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha di mijara tevlêbûna Swêd û Fînlandiyayê nava NATO'yê de bendeke pêwîst hebû, li gorî wê 'heger ku qadê li ber êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê venekin, em ê derfetê li pêşiya tevlêbûna herdu dewletan a NATO'yê venekin'.  Ev Tirkiyê ye ji bo şer, şikandina vîna gelê herêmê, di serî de qirkirina gelê Kurd wisa dike."

'GUHERTINA DEMOGRAFIYAYA HERÊMÊ CÛREYEKE DIN Ê ŞER E'

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bal kişand ser guhertina demografiyaya herêmên dagirkirî û wiha axivî:  "Dewleta Tirk a dagirker bi biryara bicihkirina penaberan ên ne ji niştecihên resen, dixwaze demografiya herêmê biguhere. Ev cûreyeke din ê şer e. Şerê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiya ye. Heger di aliyê leşkerî de êriş nake, propagenda û şerê taybet li dijî gelê me dimeşîne. Her wiha şaneyên DAIŞ'ê zindî dike. Di êrişa li ser girtîgeha Hesekê de eşkere bû ku kê li pey wê ye û kê bi rêve bir. Îstîxbarata Tirk û fermandarên DAIŞ'ê yên li herêmên dagirkirî êriş bi rêve dibirin.''

'LI PIŞT  SÎNOR SEKINÎNE DA KU CIWANÊN HERÊMÊ DERXÎNIN'

Koçer her wiha got: "Bi hemû rêbazan êrişî girtîgeha Hesekê kirin, lê bi ser nekin, niha şerê dirûnî dimeşîne da ku gelê koçer bibe û herêmên kurdan wekî Dêrik, Dirbêsiyê û Kobanê ji niştecihên wê vala bikin.  Gelek toreyên ku bi pereyan destekê dikin û li piştî sînor in da ku ciwanên herêmê derxînin, hatin girtin. Ev aliyekî şer e. Gefên dawî jî ji bo dagirkirina herêmên din e."

' VÊ CARÊ WÊ BERXWEDAN CÛDA BE'

Hesen Koçer diyar kir ku Li hemberî van gef û êrişan biryara Rêveberiya Xweser ji bo rêxistinkirinê ye û got: "Li hemberî van êrişan em xwe bi rêxistin û amade dikin. Her endamek Rêveberiya Xweser divê di nav gel de be. An em ê şer bikin an em ê bên qirkirin. Tirkiyê biryara qirkirina me daye. Vê carê wê berxwedan cûda be. Ji ber ku amadekarî û tevgera berxwedanê ya hêzên leşkerî vê carê ne ji rêzê ye."

HELWESTA HIKUMETA ŞAMÊ

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer têkildarî hikumeta Şamê jî ev tişt anî ziman: "Me berê gelek caran ji hikumeta Şamê re got, ji bo mijarên Minbic, Kobanê û parastina sînor gelek nîqaş bi hikumeta Şamê re hene.  Hikumeta Şamê hin mijar erê kir. Lê ev ji bo paratina serdestiya Sûriyê û xaka Sûriyê têrê nakê. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, divê dewlet sînorê ji dewletên din ên dijber biparêze. "

'DIVÊ HIKUMETA SÛRIYÊ BAŞ BIZANIBE KU WÊ SÛRIYÊ PARÇE BIBE'

Koçer li ser parçebûna Sûriyê hişyarî da û got: "Divê hikumeta Sûriyê bizanibe ku heger Tirkiyê êriş bike wê Sûriyê parçe bike. Di piratîkê de parçebûye. Divê vê rastiyê bizanibe ku Efrîn, Cerablus û Idlibê ji aliyê Tirkiyê ve hatine parçekirin, pere û zimanê tirkî, walî û sîstema fêrbûnê ya Tirkiyê lê hatine ferzkirin. Çete alavên di destê Tirkiyê de ne. Em kurdan bidin aliyekî, ma ereb nîn in li wir. Sûriyê di piratîkê de paçere ye. Helwesta hikumeta Şamê li hemberî van herêman çi ye? Em wekî Rêveberiya Xweser me gelek caran bang li Şamê kir heger ku di parastina serdestiya xaka Sûriyê de cidî be, were em bi hev re van herêman biparêzin. Em wekî Rêveberiya Xweser me tu carî negotiye ku em dixwazin ji Sûriyê cûda bibin. Bersiva hikumeta Sûriyê ne xurt e û naxwaze dibe  dijminê tirkan û şerê wan bikin, ruxmî ku Tirkiyê eşkere dijbertiya wê dike. Pirsgirêka Tirkiyê ne dagirkerkirina herêmekê an du herêman e, lê armanca wê Mîsaqî Millî ye. Eşkere bibêje 'Heleb a me ye û em ê li Mizgefta Ûmewî nimêj bikin, her wiha Kerkûk û Mûsil a me ye'. Başûr û Sûriyê dagirkirî ne. 67 baregehên wê yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê heta Başîqayê hene. 100 kîlometre derbas bûye, gelo çi karê wê li wir heye, gelo ji bo parastina ewlehiya wê ya neteweyî ye ku îdia dike. Armanc dûdirêj  û berfireh e, ew e ku van herêman tev li Tirkiyê bike. Her kes armancên Tirkiyê dizanin.''

'DIVÊ EM NEBÊJIN EM Ê XWE JI ÊRIŞAN BIPARÊZIN, LÊ BELÊ DIVÊ EM HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JÎ RIZGAR BIKIN'

Hesen Koçer  destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji dagirkirina Cerablus, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dûrtir e û wiha pê de çû: " Dixwaze herêmên din dagir bike. Heger Til Rifetê dagir bike wê Heleb bikeve, wê çi ji Helebê bimîne. Divê em van rastiyan bizanibin û van mijaran ji rejîmê re bêjin. Heger êriş werin kirin, nabe em qala serdestiya Sûriyê bikin. Divê em nebêjin ku em ê xwe ji van êrişan biparêzin. Lê belê divê herêmên dagirkirî jî werin rizgarkirin. Heger neyên rizgarkirin wê Sûriyê barçekirî bimîne. "

Hesen Koçer bang li Şamê kir ku ji îdiayên derew ên Tirkiyê bawer neke û got: " Di civînên xwe de qala bakurê Sûriyê dikin, dibêjin ku ku Kurd dixwazin cûda bikin û dewleteke xwe ava bikin. Ev hemû derew, propagenda û hincet in da ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Divê hikumeta Şamê vê rastiyê bizanibe ku heger em herêmên dagirkirî rizgar nekin û li hemberî êrişan nesekinin, wê Sûriyê di pêşerojê de parçe bimîne."

Koçer diyar kir ku du armancên sereke yên dewleta Tirk a dagirker hene û got: "Armanca yekemîn qirkirina gelê Kurd, dagirkirna Sûriyê û Iraqê û kontrokirina gelê Ereb e. Mijar ne tenê girêdayî gelê Kurd, lê di heman demê de girêdayî çarenûsa hevbeş a gelên Kurd û Ereb. Heger helwesteke yekbûyî ya Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din ên herêmê tune be, wê demê em siyaseta Tirkiyê fêm nakin. Em çi bikin? Ya tê xwest rizgarkirina herêmên dagirkirî ye da ku rê li ber parçebûna Sûriyê bigirin. Heger herêmên dagirkirî Efrîn, Idlib, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî neyên rizgarkirin, nabe em li ser yekitiya xaka Sûriyê biaxivin. Dewleta Tirk dixwaze êrişeke din pêk bîne. Armanca mezin ew e ku herêmên din dagir bike."

Koçer îşaret pê kir ku zihniyeta Tirkiyê li ser qirkirina gelê Kurd e û got : "Bi nexweşiya fobiyaya kurdan ketiye. Dewleta Tirk ji dema ku hetiya damezirandin û heta niha li ser hişmendiyekê hatiye avakirin ku tunekirina kurdan wekî serkfetineke dîrokî ji bo xwe dibîne. Divê gelê Tirk vê rastiyê bizanibe. Di her carê ku Tirkiyê têkiliyên xwe bi kurdan re qut dike de bi bin dikeve. Cengên dîrokî wekî Çaldîran û yên din hene. Heta niha navê bajarên kurdan Qehreman, Mereş, Şanlî û Urfa bi nav dike, mil bi mil bi tirkan re şer kirin, îro dijbertiya wan dike. "

Koçer mînakên ji dîrokî û ketina pergalên faşîst bi bîr xistin "Eger zihniyeta şovenîst bi ser ketibûya, Hîtler wê serkeftina xwe îlan bikira. Eger zihniyeta nîjadperest a şovenîst û netewperest bi ser ketibûya, Mûsolînî wê bi ser keta. Gelek kesayet derketin holê û bi zihniyetên ku dema wan borî ye, bi ser neketin. Zanist pêş ket, zihniyeta mirovî pêş dikeve, qedexekirina zimanê vî û çanda wî û desteserkirina xakên ên dikin, zemanek bû ku derbas bûye."

Koçer diyar kir ku bi vî şeklî û bi rêbazê dewleta Tirk tu hêz bi ser nakevin û wiha got: "Di hundirê dewleta Tirk de aloziyên aborî yên cidî hene, dixwaze gelê Tirk bi parastina ewlehiya neteweyî mijûl bike û aloziya aborî deyne aliyekî. Bibêje, bê nan bimînin ne kêşe ye, heger hûn birçî bimînin û bê xwarin bimînin xeteriyek li derdora me heye. Mîna ku dijmin hene û êrişî Tirkiyê dikin, dibêje xeterî ji aliyê bakurê Sûriyê heye, divê em vê xeteriyê li ser we rakin, hûn çi ji me dixwazin. Em dixwazin vê nameyê bighînin gelê Tirkiyê; Tirkiyê dixwaze aloziya xwe ya aborî derxîne derve da ku gelê Tirkiyê birçîbûnê hîs nake û li hemberî xizantiyê ya ku li Tirkiyê tê jiyîn, Tirkiyê kiriye mîna girtîgehê, pêwîst nake ku mirovan bixe nav çar dîwaran. Sînorê Tirkiyê girtîgeh e. Li Tirkiyê tu nikarî bi zimanê xwe yê ragihandinê biaxivî û tu nikarî gotinekê bikî. Tu kes nikare gotinekê li ser malperên dîjîtal binivisîne ji ber ku wê were girtin. Tirkiyê girtîgeheke mezin e, heta kengî wê gel tehemul bike da ku tu kes li dijî wê dernkeve. Niha giraniya xwe di nava gel de winda dike. Şovenist û nijadperest hene dixwazin Mîsaqî Millî pêk bînin. Dibêje, hişyar bin dibe ku em birçî bibin û bê xwarin bimînin, dibe aboriya me hilweşe, lê em ê serkeftina osmaniyan vegerînin. Bi vê awayî dixwazin krîza xwe ya aborî binixumîne."

'HELWESTEKE ERÊNÎ HEYE'

Koçer lihevkirina bi hikumeta Şamê re bi bîr xist û got: "Lihevkirina di navbera me hikumeta Sûriyê de li ser parastina sînor Kobanê û Minbic e, da ku bi hev re şerê dagirkeriya Tirk bikin heger êrişî herêmê bike. Êrişa li ser herêmekê tê wateya êriş li ser Sûriyê ye. Ev herêm beşek ji Sûriyê ye nayê parçekirin. Em bi niştimanperweriya Sûriyê difikirin. Ev şer e da ku sînor were parastin. Lihevkirineke berî heye ku dirêjahiya sînor ji Dêrik heta Minbicê were parastin. Dibe ku xeterî an êrişeke muhtemel li ser Minbic û Kobanê hebin. Di vê mijarê de helwesteke erênî heye, em dixwazin ev helwesta siyasî vegere da ku karibin doza xwe bi rêbazê siyasî çareser bikin. Armanca me ne parçebûna ji xaka Sûriyê ye."

'ARTÊŞA SÛRIYÊ DERBASÎ VAN BAJARAN NABE'

Koçer bi domdarî got: "Ji bo van bajaran dibe ku gelê me dipirse heger artêşa Sûriyê bikeve van bajaran, ew derbasî bajaran nabe. Em nahêlin, heta ku ev mijar bi awayekî siyasî neyê çareserkirin û rêveberî neyê naskirin em nikarin van mijaran nîqaş bikin. Divê gelê me van rastiyan bizanibe. Armanca me ew e ku bi hev re li hemberî van êrişan bisekinin."

Hesen Koçer her wiha girîngiya parastina hevpar li hemberî Tirkiyê destnîşan kir û ev tişt anî ziman: "Li Til Rifet û tevahî bajaran em ê bi hev re hewl bidin li hemberî êrişên Tirkiyê bisekin û parastinê bikin. Madem em sûrî ne em ê pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Em ji hikumeta Şamê re dibêjin em ji diyalogên ji bo çareserkirina pirsgirêkan re vekirî ne. Armanca me ne parçebûn e. Divê hikumet vê peyama me fêm bike."

Koçer îsrara hikumeta Şamê ya vegera li rewşa beriya 2011'an red kir û got: "Sûriyê vengere wekî berê. Li vir berxwedanî  û têkoşîn hatiye kirin, şerê DAIŞ'ê li vir hate kirin. Ev rastiyeke ev herêm hatin rizgarkirin. Em sûrî ne ne bi cûdabûnê re ne, lê divê rêveberiya me di nava dewleta Sûriyê hebe, mafên demokratîk û neteweyî yên Kurd û ereban heye. Ev xeteriyê li ser dewletê û yekitiya wê çênabe. Em bi fikir û felsfeya xwe xeteriyê li ser vê çênakin. Lê divê parastina mafên çandî, ziman, neteweya Ereb jî werin misogerkirin. Heger wiha mafên jin û ciwanan hene divê werin parastin. Heger ev maf di destûrê de werin nivisandin, tu pirsgirêkên me tune ne."

Koçer di nava axaftina xwe de helwesta lawaz a hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên Tirkiyê rexne kir û got: "Ji bo rê li ber êrişan werin girtin wê bi berxwedana me werin girtin. Dewleta Sûriyê ji bo ku niştimanperweriya xwe îsbat bike divê xaka welatê xwe biparêze. Dewleta Tirk Sûriyê wêran kir, divê hikumeta Sûriyê vê yekê baş bizanibe. Tirkiyê bajarên Sûriyê wêran kirin, kargehên Helebê dizîn û binsaziya Sûriyê rûxand. Rûxandin û wêraniya ku li Sûriyê Tirkiyê dike. Lê helwesta hikumeta Sûriyê li hemberî Tirkiyê û parastina xaka xwe ne helwesteke xurt e. Daxuyanî têrê nakin, divê xwe li hemberî parastina welatiyên xwe çi Kurd be, an Ereb be an jî Suryan be berpirsyar bibîne. Ev hemû sûrî ne û nasnameya wan sûrî ye."

Hesen Koçer bi bîr xist ku dewleta Tirk rojane jin û zarokan qetil dike, gundan dike hedef da ku vala bike û demografiya Sûriyê biguhere, heger hikumeta Şamê li hemberî van kiriyaran ne xwedî helwest be bila qala serdestiya Sûriyê neke û got: "Careke din dibêjin heger xaka Sûriyê neyê parasatin wê ber bi parçebûn û cûdabûnê ve biçe, divê her kes vê rastiyê nas bike."

'LI HEMBERÎ HER ÊRIŞEKÊ EM Ê LI PÊŞ BIN'

Koçer xîtabî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir: "Heger êrişeke bibe, em wekî Rêveberiya Xweser em ê ne li pişt gelê xwe bin, lê em ê li pêşî bin. Divê gelê me li derdora vê rêveberiyê û QSD'ê kom bibe. Em wekî Rêveberiya Xweser me biryara xwe daye ku em ê li pêşiya gelê xwe bin. Şaştî, nakok û rexne divê werin derbaskirin û di demên bê de werin çareserkirin."

Koçer diyar kir ku parastina ewlehiya herêmê ji xeteriyan erkên wan ên pêşîn e û axaftina xwe wiha domand: "Rêveberiya me wê li ber xwe bide û xwedî tecrûbe ye. Ev yek li Serêkaniyê û Girê Spî îsbat bû. Em ê li ber xwe bidin. Em Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û saziyên civakî yên rêveberiyê divê em êrişên li ser herêmê biseknin. Em nebêjin wê sibe an dusibe êrişî me bike. Lihevkirinên navneteweyî hene û tecrube bi me re çêdibin, em heman tecrubeyan dûbare nakin, me sûd û ders jê girtine û li gorî wê amadekariyan dikin.

Divê em her tim di rewşa awarte de dibin. Ji bo êrişan sê xal hene. Yek ambargo şerê aborî ye, gefxwarin jî şerê çekdarî ye, ya sêyemîn jî nasnekirina Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de ye, her wiha nenaskirina wê j ji aliyê dewletên li ser xaka Sûriyê ve, şerekî siyasî ye. Ji ber vê yekê divê tim rewşa awarte hebe da ku ev şer û gefên li ser me werin şikandin. Rewşa awaret tê wateya ku li hemberî gefên li ser me amadekarî hebin. Dema gef hebin divê tedîbr bên girtin, em nabêjin ku wê sibe an dusibe êrişî bike."

'HEGER TIRKIYÊ ÊRIŞ BIKE WÊ TU BERPIRSYARTIYÊN ME LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê TUNEBE'

Hesen Koçer bang li civata navneteweyî û koalîsyona li dijî DAIŞ'ê kir û got: "Heger êriş ji aliyê Tirkiyê ve li ser me werin kirin û her kesê bêdeng be, tu berpirsyartiyên me li hemberî DAIŞ'ê namîne. Çi dikin bila bikin em ne berpirsyar in. Divê her kes berpirsyartiyên xwe li hemberî DAIŞ'ê  bi cih bîne. Kampa DAIŞ'ê bombeyek li ber teqînê ye, dibe di kijan kêliyê de biteqe.''

Koçer  bal kişand ser fedekariyên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Ne ji vê berxwedaniyê  me û fedekariyên 121 şehîdan bûya wê bi hezaran çete di şerê li Hesekê de reviyabana. Ji bo parastina cîhanê ev fedekarî hatin kirin, lê yên li pişta me li lêkela me dixin, Tirkiyê êrişê me dike û her kes bêdeng e. Em vê rewşê qebûl nakin. Em ê hemû hêza xwe ya civakî, rêxistinkirî û leşkerî ber bi sînorê ve bişînin da ku parastinê bikin. Dewleta Tirk êriş me bike em biçin DAIŞ'ê biparêzin!. Hinek isûl hene divê li hemberî dewleta Tirk ku di NATO'yê de ye bê sekinandin. NATO di koalîsyonê de ye, divê fam bike ku mijara Tirkiyê tê wateya vejandina DAIŞ'ê ye. Divê her kes vê bizanibe. Heger DAIŞ'ê zindî bibe, ev dewlet wê li nuqteya sifirê vegerin. Ev li ser tevahî cîhanê xeter e. Êrişa Tirkiyê wê ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê wê ewlehiya cîhanê bixe xeteriyê."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Baku û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku li derdora QSD û Rêveberiya Xweser kom bibe "Li derdora rêveberî û hêzên xwe yên leşkerî kemberên ewle bin. Li gorî gefan xwe amade bin. Em ê li pêşiya gelê xwe bin û heta dawiyê destekê bidin QSD'ê. Em destek bin em ê êrişan têk bibin û ji sedî sed bi ser bikevin. Ev şer wê ne wekî şerên berê be."

(bb)

ANHA