Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin

Li Kobanê û Minbicê cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê hatin veşartin.

Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê û Minbicê 4 şehîd hatin oxirkirin
7 tîrmeh, 2022   18:12
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê cenazeyê şervanên QSD'ê Şêx Mihemed Şêxo (Ferman Kobanê) yê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser gundê Hoşiyê yê Eyn Îsayê şehîd bûye û Şervan Mistefa (Şervan Kobanê) yê ku Dêrazorê şehîd bûye, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Firatê Arif Balî axivî û got: "Dema em li vir kom dibin, em sonda xwe bi şehîdan re îsbat dikin ku em ala serkeftinê hil didin. Bi saya fedekariyên şehîdan em li vir kom bûne. Em bang li gelê xwe û malbatên şehîdan dikin ku ala şehîdan bilind bihêlin."

Balî her wiha banga hevgirtinê û kombûna li derdora Rêveberiya Xweser li gelê herêmê kir û got: "Divê her kes amade be, rêgeza şerê gel ê şoreşgerî pêk bîne, li hemberî gef û êrişên dagirkirinê yên Tirkiyê xwe bi rêxistin bike û li kêleka hêzên leşkerî bisekinin."

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîda Hesûn jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Çawa şehîdên berxwedana Kobanê soza rizgarkirina Kobanê dan û bi cih anîn, fedekariyên mîna van herdu şervanan wê herêmê ji dagirkeriyê biparêzin."

Piştî axaftinan nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi diruşmeyan hatin veşartin.

MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Feysel Şewax û şervanê Tûgeya Siwar Idlibê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan spartin axê.

Şêniyan cenazeyên şehîdan ji pêşiya Nexwexşaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve çûn.

Li goristanê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Tûgeya Siwar Idlib ve tûraneke leşkerî hat lidarxistin û deqeyeke rêz hat girtin.

Berdevkê Tûgeya Siwar Idlib axivî û got: "Em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser rêya wan bimeşin heta ku herêmên dagirkirî û dagirkeriya Tirk û rêxistinên terorîst biparêzin. Em soz didin gelê xwe ku em ê newestin heta ku zilm li ser herêmên Sûriyê rakin."

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed Şêx behsa fedekariyên şehîdan kir û got: "Şehîdan ji bo avakirina welatekî azad canê xwe kirin mertal û xwîn û giyanê xwe feda kirin."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo jî got: "Em di rojên giran re derbas dikin. Di van rojan de guhertin û veguhertinên siyasî çêbûn. Dewleta Tirk a dagirker gef û hovîtiya xwe zêde kiriye û hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd Ebû Îdo nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir. Cenazeyên herdu şehîdan bi tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/UPp3k-apGOE" title="الآلاف في كوباني ومنبج يشيعون جثامين أربعة شهداء إلى مثواهم الأخير - منبج" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>