Çima qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayê girtin?

Ev çend salin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga girtina qada hewayî ya herêmê li pêş balafirên Tirkiyê dikin, ku pê gelê Sûriyê tê kuştin. Lê belê Konseya Ewlehiyê û hêzên navneteweyî wekî her carê guh nadin wan dengan. Nivîskar û rojnamevan Hisên Omer dibêje ku hêzên herêmî bidawîkirina şerê Sûriyê bi armanc û berjewendiyên xwe ve girêdane, ji lewra guh nadin gel.

Çima qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayê girtin?
8 tîrmeh, 2022   03:33
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Qedexeya hewayî rengekî cezayan e ku Konseya Ewlehiyê ya NY`yê ferz dike, ev konse ji 15 dewletên endam ên dayîm û nedayîm pêk tê. Dewletên endamên dayîm 5 in (Çîn, Fransa, Federasyona Rûsya, Brîtanya û DYA). Qedexe bi erêkirina piraniya endaman û eger dewleteke endama dayîm mafê redkirinê (Veto) bi kar neyne, tê ferzkirin.

Qedexeya hewayî di aliyê leşkerî de bi rêya avakirina herêmeke qedexekirina firînê li pêş balafiran pêk tê, ku balafir nikarin bikevin qada hewayî ya qedexekirî, da ku rê li pêş êrişên hewayî bê girtin. Ew yek bi awayekî leşkerî an  jî bi sîstema çavdêriyê, yan jî pêkanîna êrişên hewayî yên pêşwext ji aliyê sîstemên parastinê yên herêmê ve pêk tê. Her wiha balafirên ku dikevin herêma qedexekirî jî dikarin bên xistin.

NIMÛNEYÊN GIRTINA QADA HEWAYÎ

Girtina qada hewayî li Lîbyayê ne cara yekemîn bû, lê belê yekem car destpêka salên 1990`î piştî bidawîbûna Şerê Kendavê yê Duyemîn 1991`an de pêk hat. Wê demê DYA, Brîtanya, Fransa û Tirkiye beşdarî qedexeya hewayî li Başûrê Kurdistanê bûn, da ku pêşî li êrişên kîmyesalê ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve bigirin. Qedexe bi destwerdana Amerîka ya li Iraqê di sala 2003`an de bi dawî bû. Di Gulana 1992`an de jî Konseya Ewlehiyê biryara qedexeya hewayî li Yugoslavyayê di şerê Bosna û Herzegovîna de da, ku ji Adara 1992`an heta Îlona 1995`an dirêj kir. Destpêka salên 1990`î jî, piştî ku welatiyên lîbyayî bi hevkariya di teqîna balafireke Amerîkî (ku bi doza Lockerbie tê nasîn) hatin tawanbarkirin, qedexeya hewayî li Lîbyayê hat ferzkirin.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê û dagirkirina gelek herêmên Sûriyê wekî Cerablus, Idlib, Ezaz û Bab û heta Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û civakî banga girtina qada hewayî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ew bangawazî piştî ku artêşa Tirk a dagirker di 25`ê Nîsana 2017`an de êrişeke hewayî li dijî Navenda Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li Qereçoxê ya girêdayî herêma Dêrikê ya herêma Cizîrê pêk anî, dest pê kirin ku di encama êrişê de hejmareke şervan û fermadnarên yekîneyan ên ku şerê çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Reqayê kirin, şehîd bûn. Lê belê civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê neket tevgerê.

Cara duyemîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga girtina qada hewayî kiriye piştî bazariya di navbera Rûsya û Tirkiyê de bû, ku rê li qada hewayî li pêş Tirkiye vekir ku di 20`ê Çileya 2018`an de li dijî Efrînê dest bi êrişê kir. Cara duyemîn jî di 9`ê Cotmeha 2019`an de dema ku artêşa Tirk a dagirker êrişên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê destpê kirine. Bangawaziyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dû hev pêk hatin, lê belê civaka navneteweyî tu guh neda.

Piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve, bi rêya balafirên şer û yên bêmirov ên biçek li dijî rêveber, siyasetmedar, rûspî û welatparêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş pêk hatin. Di wan êrişan de bi dehan rêveber, kesayetên welatparêz, siyasetmedar, rûsî û fermandar û  şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk şehîd bûn. Mîna şehîd Yûsif Gulo û her du neviyên wî, şehîdxistina Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ku 17`ê Hezîranê li Kelar a Başûrê Kurdistanê, Fermandara QSD`ê Mizgîn Kobanê ya ku di 2`yê Tîrmehê de.

Piştî civîna NATO'yê ya li paytexa Spanya  Madrîdê û gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 28`ê Hezîranê de, 33 partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Koalîsyona Navneteweyî û Federasyona Rûsya kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire da ku rê li pêş sûcên dewleta Tirk bigire.

Li gorî rêgezên NY`yê, bangawaziyên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di cih de ne. Li gorî benda 7`an ku ji 13 madeyan pêk tê(39, 40, 41, 42, 34, 44, 45, 46, 47, 48, 49, 50 û 50) ji bo parastina aştî û ewlehiya navneteweyî Konseya Ewlehiyê dikare hêzên hewayî, deryayî û bejahî bixe dewrê.

ÇIMA QADA HEWAYÎ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ NAYÊ QEDEXEKIRIN?

Hêzên navneteweyî, Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî di pêkanîna pîvanên xwe de durûtiyê dikin. Li gorî pîvanên wê, armanca sereke ya damezirandina Neteweyên Yekbûyî  qedexekirina şer, parastina mafên mirovan, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û xurtkirina geşkirina mayînde ne. Lê guh nadin bangên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li gorî berjewendiyên navneteweyî li ser hesabê berjewendiyên gel tevdigere. Li Başûrê Kurdistanê piştî ragihandina qedexeya hewayî, yekemîn parlamanto di navbera YNK û PDK'ê de di sala 1992'an de hat avakirin. Biryara wê ya yekemîn ragihandina şer  li dijî PKK'ê bû ku temsîla hêviyên gelê Kurd û Kurdistanê dike. Her wiha statûya li Başûrê Kurdistanê veguherandin statûyeke girêdayî hêzên herêmê û navneteweyî ku li gorî fermanên dewlet Tirk a dagirker a ku endameke NATO'yê ye tev digere.

Nivîskar û rojnamevan Hisên Omer diyar kir ku daxwazên gelan bandorê li biryarên navneteweyî nakin û got: "Tevî ku daxwazên gelan rewa ne, nemaze di rewş û mercên ku welatê Sûriyê tê re derbas dibe, lê daxwazên wan bandorê li biryarên navnetweyî nake. Ev welat berbelav bûye û bûye qadeke veguherî qada nakokiyên navneteweyî û herêmî. Ji ber ku rejîm lihevhatine bi gel re red dike. Di encama destpotiya wê û bikaranîna tundiyê li dijî  muxalefetên wê rewşek a redkirin kiryar û reftarên wê derket."

'DEWLETÊN HERÊMÎ BIDAWÎKIRINA ŞERÊ LI SÛRIYÊ BI ARMANC Û BERJEWENDIYÊN XWE VE GIRÊDIDIN'

Hisên Omer bal kişand ser destwerdanên derve di Sûriyê de û wiha axivî: " Gelek dewletên herêmî û cîhanî ji bo berjewendiyên xwe destwerdan kirin. Li ser xaka wê baregehên leşkerî ava kirin ku mirov nizane wê kengî jê derkevin. 4 dagikerî hene ku di berjewendî û nêrînan de bi nakok in. Ev hêzanan bidawîkirina şerê li Sûriyê bi pêkanîna armanc û berjewendiyê xwe ve girêdane. Ji ber vê yekê guh nadin bangên rewa yên gelê Sûriyê ku wan ji aliyên ku wan qetil dike, koçber dike û xaka wan dagir dike, biparêze."

Omer bal kişand ser durûtî û bandora berjewendiyên navneteweyî li biryaryên navneteweyî  û got: "Li vir divê em bi bîr bixin ku pêvajoyên qedexekirina qada hewayî ya Başûrê Kurdistan û herêma Rojava naşibin hev. Li wir (Başûrê Kurdistanê) hêzên cîhanî li ser piştgiriya bi gelê Iraqê re li dijî pergala Sedam Hisên li hev kirine. Her wiha muxalefeteke iraqî bi hemû aliyên xwe yên erebî û kurdî banga pêkanîna qedexeyê kirin, ji ber ku piraniya kadroyên wan li Kurdistanê ne. Heman demê lihevkirina Londonê di navbera hemû aliyên muxalefetê de hene ku li hemberî rejîmê şer bikin, lihevkirin ev bû ku divê iraqa bê federal be. Her wiha Rûsya wê demê dixwest Amerîka, rojava û Çînê razî bike û muxalefet ne di rojeva wê de bû. Dîsa jî piraniya dewletên Ereb destek dan muxalefeta Iraqê. Fransa jî pêşnûmeyek radestî Konseya Ewlekariya kir. Ji bo Rojava tiştek wiha nekirin. Sedem jî gelek in, ya yekemîn ji ber ku dizanin ku di aliyê qanûnî de wê ev proje rastî vetoya Rûsya û Çîn were . Lê di aliyê pratîkê de Rûsya û Amerîkayê ji ber hebûna xwe ya leşkerî li ser xaka Sûriyê dikarin her balafirekê ku nêzî herêmên wan bibe qedexe bikin. Li herêmên ku wan eleqedar dikin wisa dikin, bi taybet Amerîka balafirên leşkerî yê Sûriya qedexe dike dema ku nêzî herêmên wê bibin. Lê çavê xwe li qetilkirina sivîlan û tirsandina wan bi rêya balafirên bê mirov ên Tirkiyê digire. Rûsya jî heman tişt dike, ji ber ku berjewendiyên wan bi dagirker a Tirk re li hev hatine. Ji ber vê yekê texmîn nakim ku heger bi qirkirina niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî be qada hewayî nayê qedexekirin."

ANHA