Malbatên şehîdan ên Tebqa û Reqayê: Heqîqet dê bi ser bikeve

Meclisên malbatên şehîdan ên Tebqa û Reqayê bi daxuyaniyeke hevbeş têkildarî encamên êrişên nû yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da û bang li tevahî gelên cîhanê kir ku li hember van gefan bisekinin.

Malbatên şehîdan ên Tebqa û Reqayê: Heqîqet dê bi ser bikeve
7 tîrmeh, 2022   12:03
REQA

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê li pêşiya avahiya meclisê ya li bajêr ‎kom bûn ku tev li daxuyaniyê bibin. Hevseroka meclisê Ibtîsam El-Ehmed daxuyanî xwend.‎

Li Tebqayê jî bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê meclisê Ebdulhekîm Hisên ve li goristana şehîdan a Tebqayê hate xwendin.

Di her du daxuyaniyan de hate gotin: "Di dema fitne û komployên navneteweyî de û digel şerên cîhanê û nakokiyên dewletan, her tim çare ji van şeran re heye. Lê hin dewlet bi serhişkiya xwe û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe temenê aloziyê dirêj dike û çi projeyeke ji bo bidawîkirina şer, pêkanîna aştiyê û rizgarkirina mirovan derbe dikin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin projeya Rêveberiya Xweser di pêkanîna biratiya gelan û garantiya azadiyê ji bp hemû pêkhateyên gel de bi serket. Ew çareya yekane ya bidawîkirina krîza Sûriyê û azarên sûriyan e.

‎

Di daxuyaniya her du meclisan de hate destnîşankirin ku di vê kêliyê de ev proje li ser dewleta Tirk xetere wek îdia dike. Lê dewleta Tirk bi diruşmên azadî, edalet û wekheviyê gelê xwe dixapîne. Ji lew re ji kêliya destpêkê ya ragihandina projeya Rêveberiya Xweser ve ew hin caran gefan dixwe û hin caran jî herêmên Sûriyê dagir dike, tenê ji bo projeya neteweya demokratîk derbe bike. ‎

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Careke din dewleta Tirk vedigere siyasetên xwe yên qirêjî yên gefên dagirkriina herêmên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civata navneteweyî jî bê deng e û hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike. Bi êrişan re wê azarên sûriyan zêde bibin û wêraniyê ji vî welatî re bîne."

Her du meclisan di daxuyaniyê de got ew bang li hemû kesên azadîxwaz li cîhanê, civata navneteweyî dikin ku li hember planên dewleta Tirk û gefên wê yên li ser herêmê bisekinin û wiha hate gotin: "Em aştîxwaz in ne şerxwaz in. Em gelekî biewle ne û hêvî dikin bi aştî bijîn û koletiyê qebûl nakin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî dewletên alîgirên doza wan hat kirin ku dîrok dê ‎sekna we li kêleka vî gelî leheng binivîse û wê dîrok bi tîpên zêrîn vê sekna birûmet binivîse, her wiha wê dîrok leheng, fedakarî û têkoşîna vî gelî binivîse, wê vîna heqîqetê bi ser bikeve û aştî li ser Sûriyê bi saya şehîd û desteka wê mîsoger bibe.

(dm) ‏

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j-7xQLlg6xU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>