MSD û Partiya Vîna Gel: Divê çareseriya aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254’an be

MSD`ê û Partiya Vîna Gel komxebateke online li dar xist û tê de piştrast kir ku şert û mercên navneteweyî û herêmî bandoreke berbiçav li aloziya Sûriyê kir. Her wiha diyar kir ku divê ev krîza Sûriyê li gorî rêgeha siyasî ya li gorî biryara 2254`an were çareserkirin.

MSD û Partiya Vîna Gel: Divê çareseriya aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254’an be
7 tîrmeh, 2022   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), di çarçoveya komxebata hevbeş a MSD`ê û Partiya Vîna Gel de duh bi rêya bernameya Zoom bi navê "Bandora geşedanên navneteweyî li doza Sûriyê" komxebatek hate lidarxistin.

Bi navê MSD`ê endamê Meclisa Serokatiyê Sîhanok Dîbo û sekretêrê giştî yê Partiya Vîna Gel û endamê Eniya Guhartin û Rizgariyê Ela Erefat beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat ji hêla endamê Partiya Vîna Gel Muhened Dilêqan ve hate birêvebirin. Her du aliyan îşaret pê kir ku şert û mercên navneteweyî û herêmî bandor li aloziya Sûriyê kir, nexasim ku bi dosyayên herêmî û navneteweyî yên bigirêk ve hate girêdan.

Her du aliyan da zanîn ku divê aloziya Sûriyê li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an were çareserkirin û divê rola opozîsyona nîştimanî ya demokratîk di çareseriyê de zelaltir be.

MSD û Partiya Vîna Gel di 30`ê Tebaxa 2020`an de li Moskovê muzakereyek ji 5 bendan îmze kiribû ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê girîng in.

(eh)