Aldar Xelîl: Hin mijar hene me û hikumeta Şamê li ser li hev nekiriye

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku bepirsiyariya parastina serdestiya Sûriyê dikeve ser milê hikumeta Şamê ya ku îdia dike ku ew hikumeta vî welatî ye û di NY`yê de nûnertiya wî dike.

Aldar Xelîl: Hin mijar hene me û hikumeta Şamê li ser li hev nekiriye
7 tîrmeh, 2022   10:38
 NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Hevserokatiya ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl beşdarî bernameya Rave ya Rojava Tv bû.

Aldar Xelîl teqez kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê ji dawîkirina dagirkeriyê li herêmên Sûriyê dest pê dike û wiha dewam kir: “Divê hikumeta Şamê berpirsiyariyên xwe yên li hemberî parastina serdestiya Sûriyê pêk bîne. Ne tenê ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve, ji beriya wê de ji 2011`an de em her tim dibêjin divê em ji bo aloziya Sûriyê çareseriyekê peyda bikin. Em xwedî proje ne. Ji roja destpêkê ve me projeya xwe ji raya giştî û tevahî cîhanê re ragihand. En hewl didin ku Sûriyeyeke tê de biratiya gelan û netweya demokratîk hebe, ava bikin. Sûriye ne ya pêkhateyekî tenê ye. Her kes bi vî tiştî dizane. Em heta niha di vê projeya xwe de berdewam in.”

'ERKA HIKUMETA ŞAMÊ NIHA, RAWESTANDINA DAGIRKERIYÊ YE'

Aldar Xelîl wiha axaftina xwe dewam kir: “Di demên dawîn de, ji dema ku Tirkiyê gelek herêmên Sûriyê wekî Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê dagir kirin, dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe derbasî Idlibê û navçeyên wê kirin ku ew jî herêmên dagirkirî ne. Tirkiyê dest li pirsgirêkên Sûriyê jî werda, vê yekê hişt temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bibe. Eger hikumeta Şamê bi rastî dixwaze aloziya Sûriyê çareser bike, nîqaş û şêwir tenê têrê nakin. Bêguman ev şertekî sereke ye, lê bi wê tenê temam nabe, faktorekî din heye ew jî rawestandina dagirkeriyê ye. Yanî dema ku welatê me tê dagirkirin, dê çi çareserî pêş bikevin?

Eger hikumeta Şamê dibêje ez serokê Sûriyê me û di Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî de nûnertiya wê dike, divê serdestiya Sûriyê jî biparêze.”

Têkildarî diyaloga di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de, Aldar Xelîl got: “Hin xal hene ku hîna me li ser li hev nekirin. Xala ku niha divê lihevkirin li ser çêbibe, xeteriya li ser me hemiyan e, ji ber gefên dewleta Tirk serdestiya Sûriyê jî di xeteriyê de ye.

Hin mijar hene ku em hîna li ser li hev nakin, yek mijara navendîbûnê ye, ku hikumeta Şamê dev jê bernade, ji ber ku bawer dike eger dev jê berde dê hikumê wê hilweşe. Ev xaleke girîng e, eger li ser vî fikirî bimîne, wê demê tê wateya ku yên derdora xwe wekî ku tune ne dihesibînî. Mijara din jî ku Sûriye ne tenê ya pêkhateyekî ye.”

'XETERÎ LI SER ME HEMIYAN E, JI LEWRA DIVÊ EM LI HEV BIKIN'

Aldar Xelîl wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Mijara din jî divê ev welat di bin navê Sûriyeya demokratîk de be û ji bo hemû gelên lê dijîn be, çi zirara wê heye? Zirar ew e ku yê li ser hikumê û bi salane xêr û bêrên vî welatî talan dike ditirise ku desthilata xwe ji dest bide. Bêguman di van mijaran de em nikarin li hev bikin. Lê belê mijara girîng ew e ku ruxmî hemû tiştî divê niha em li hev bikin, ji ber xeterî li ser me hemiyan heye. Ji lewra em niha dikarin di nav xwe de li hev bikin ku xeterî li ser me tevahiyan heye. Ev xeterî gefê li serdestiya Sûriyê û nasnameya Sûriyê çêdike.

Niha gelek herêmên Sûriyê dagirkirî ne, herêmên hatine dagirkirin jî herêmên herî girîng û ji aliyê çandiniyê û berhemên binerd û sererd ve yên herî dewlemend ên Sûriyê ne. Ji lewra wekî bajarên xwedî stratejiyeke girîng tên hesibandin, ji ber ku li ser sînorên bi Tirkiyê re ne û roleke wan a girîng heye.

Ji lewra, çiqasî bê dilê hikumeta Şamê be jî bala xwe didinê ku çare tune ye, gelo wê bê helwest bin? Û dê ji gelê xwe re bêjin, baş e bila Tirkiye wek berê erdê me dagir bike?

(cx)