Meclisa Malbatên Şehîdan: Em ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ne

Piştî ragihandina rewşa awarte li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê amadekariya xwe ya ji şerê gel ê şoreşgerî re ragihand. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelan kir ku li hemberî gefên dewleta Tirk bi erka xwe ya nîştimanî rabin.

Meclisa Malbatên Şehîdan: Em ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ne
7 tîrmeh, 2022   11:06
HESEKÊ

Duh Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand. Li ser vê yekê, îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê amadekariya meclis;n xwe ji şerê gel ê şoreşgerî re ragihand. Li bajar û navçeyên kantona Hesekê “Hesekê, Til Temir û Şedadê” daxuyaniyeke hevbeş hate xwendin.

Bi dehan malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan tev li daxuyaniyên li her sê deveran hate xwendin, bûn. Beşdaran wêneyên rêber Ocalan, alên meclisê û şehîdên xwe rakirin.

Li Hesekê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Neda Ebdullah, li navçeya Til Temir jî endama meclisê Xelat Hesen û li navçeya Şedadê Fatme Elî Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de amadekariya ji şerê gel ê şoreşgerî re hate ragihandin û wiha dewam kir: "Li dijî êrişên Tirkiyê yên muhtemel divê em erka xwe ya nîştimanî û şoreşgerî ya parastina xak û destkeftiyên xwe pêk bînin.

Her wiha bal li ser êrişên dagirkeriya Tirk hat kişandin û hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker ji beriya 11 salan ve bi çekên kîmyewî û qedexekî êrişî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Parastina Gel ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide gelên li ser xaka Kurdistanê qir bike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên li dijî gelê herêmê hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "Ev tê wateya rewakirina sûcên dewleta Tirk a dagirker, herî dawî li Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê jinên sivîl hatin hedefgirtin û serdestiya Iraqê hate binpêkirin.

Lê li hemberî van gef û êrişan û qetilkirina sivîlan em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin.

Di dawiyê de em bang li rêxistinên hiquqî yên navneteweyî û civata navneteweyî dikin ku li hemberî van sûcan bi erka xwe rabin."

(eh)

ANHA